Cendirmeyan li ser sînorê Kobaniyê kesek kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser sînorê Kobaniyê, di encama gulereşandina cendirmeyên Tirkiyeyê de kesekî canê xwe ji dest da û yekî din jî birîndar bû.

Bûyer dema ku wan hewl dida bi awayekî qaçax derbasî Bakurê Kurdistanê bibin qewimî.

Li gorî Rewangeha Sûriyeyê a Mafên Mirovan (SOHR) bûyer 27ê vê mehê, li nêzîkî gundê Keltebê yê li rojhilatê Kobaniyê pêk hatiye.

Piştî bûyerê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 17 kes û Hêzên Ewlehiya Navxwe (Asayîş) jî 4 kesên din desteser kirin ku piraniya wan xelkê Dêrezorê ne. 

SOHRê her wiha belge kiriye ku meha kanûna paşîn jî 2 kes bi guleyên cendirmeyên Tirkiyeyê hatine kuştin.

Di heman demê de, 15 kesên din ku jinek jî di nav wan de ye birîndar bûne.

Hemû qurbanî di dema hewldana derbasbûna sînor de hatine hedefgirtin.