Li Dêrsimê kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê di êrişa bi çekê de kesek hat kuştin û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Nûçegihanê Rûdawê yê Dêrsimê Alî Heyder Gozlu ragihand ku bûyer îro li navenda bajêr, li ser Cadeya Komarê, li xwaringeheke li ser Sûka Binerdî ya Şaredariyê çêbûye.

Li gor agahiyan, kesê bi navê Hasan T. ê ku berê xwediyê xwaringehê bû, bi çekê çû xwaringehê û gule berdan Alî Îhsan B. û Hasan Ç.

Di dema bûyerê de polîseke jin a ku li xwaringehê bû midaxele kir, çeka di destê wî de jê wergirt û ew ji cihê bûyerê dûr xist.

Her du kesên ku gule li wan ketibûn bi giranî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendurustiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.

Hasan Ç. Li nexweşxaneyê mir û dermankirina Alî Îhsan B. jî berdewam dike.

Li aliyê din, welatiyan nerazîbûn nîşanî derengmayîna ambulansan da.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hatiye kirin û sedema bûyerê hîn jî nehatiye zelalkirin.