Medyaya cîhanê: Opozîsyonê Kurdistanê cihê xwe qayîm kiriye

Hewlêr(Rûdaw) - Medyaya cîhanê bi awayek girîng behsa encamên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û hebûna opozîsyoneke bihêz li Herêma Kurdistanê dikin. Li gorî hinek saziyên ragihandinê, opozîsyonê li Kurdistanê cihê nigê xwe qayîm kiriye. 

Ji ber ku di hilbijaritnên vê carê yên Kurdistanê de zêde kêşe û arîşe nebûn zêde bala medyaya cîhanê nekişand lê piştî ku encamên hilbijartinan hatin eşkerekirin vê yekê bala medyaa cîhanî kişand ka dê piştî hilbijartinan çi guhertinek li Herêma Kurdistanê rû bide.

Ajansa Reutersê, di nûçeyek xwe de behsa endamên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê kiriye û wiha nivîsandiye: “Baskê serekî yê opozîsyona Herêma Kurdistanê (mebest tevgera Gorran e) di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de di rêza duyem de ye ku zêdetirî 446 hezar deng aniye.”
 
Di nûçeya Reutersê de her wiha behsa rola tevgera Gorran wek hêzeke opozîsoynê li Kurdistanê hatiye kirin ku kariye di heyama 4 salên borî de şêwazeke bihêz a opozîsyonê ava bike. 

Jêderekî ji hikûmeta Herêma Kurdistanê jî navê wî nehatiye eşkerekirin, ji Reutersê re gotiye, Gorran tenê partiyek nîne ji ber ku niha êdî xudan pêgehek cemawerî ye jî ji ber wê jî PDK û YNK nikarin wê piştguh bixin.

Jibilî tevgera Gorran, partiyên din ên opozîsyonê jî ku hêzên îslamî ne di hilbijartinan de pileyên çaremîn û pêncemîn bidest anîne ku bi giştî nêzîkî 300 hezar deng bidest xistine. Ji ber wê jî tê dîtin ku opozîsyonê hêzek mezin bidest aniye. 

BBC jî li ser hilbijartinên Kurdistanê raporek belav kiriye û behsa girîngiya rola opozîsoynê li Herêma Kurdistanê dike. Li gorî BBC, di encamên destpêkê yên hilbijartinên Kurdistanê de derketiye ku opozîsyon û bi taybet jî tevgera Gorran cihê xwe di nav gel de qayîm kiriye.

BBC girîngiya hilbijartinên Kurdistanê bi têkiliyên aborî yên Herêma Kurditanê û Tirkiyê jî ve girêdide û dide zanîn, hilbijartinên Kurdistanê di rewşek hestiyar de hat sazkirin ji ber ku di demek nêzîk de dê boriya hinartina petrolê ya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê bidawî dibe û ev jî dibe sedema wê ku Herêma Kurdistanê di warê hinartina petrolê de pişta xwe bi xwe ve girêbide.

Derheqê çawaniya avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de jî Reutersê ragihandiye ku PDK di hilbijartinan de pileya yekê bidest aniye û li ser hevpeymaniya digel YNKê rijd e.

Malpera Al Arabia jî behsa hilbijartinên Herêma Kurdistanê kiriye û diyar kir ku hilbijartinên  Herêma Kurdistanê guhertinek dîrokî çêkiriye ji ber ku li gorî encamên hilbijartinan, Newşîrwan Mistefa bûye kesê duyem û Talebanî jî bûye sêyem lê Barzanî her di lûtkê de maye. 

Li gorî malpera Al Arabia, (serokê tevger Gorran) Newşîrwan Mistefa kariye bi rêka propagande û şerê li dijî gendelî û kêmasiyên rêveberiyê beşek mezin ji gencên kurd bikşîne aliyê xwe.