Tevgera Ciwanên Şoreşger derbarê êrişa li ser PDK-RKê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) – Grûpa bi navê ‘Tevgera Ciwanên Şoreşger’ a li Rojavayê Kurdistanê derbarê êrişa li ser ofîsa PDK-RKê daxuyanî da û red kir ku ti peywendiyek wan li gel wê êrişê hebe.
Ofîsa Partiya Demokrata Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê (PDK-RK) ya li bajarê Qamişlo 25ê Îlonê ji alilyê hin kesên nehatine naskirin ve hatibû şewitandin
‘Tevgera Ciwanên Şoreşger’ derbarê êrişa li ser ofîsa PDK- RKê ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya xwe de ‘Tevgera Ciwanên Şoreşger’ amaje bi wê yekê dike ku wek tevger tu eleqeya wan bi êrîşa li dijî ofîsa PDK-RK re nîne.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger ji destpêka avabûna xwe heya vê kêliyê wek sekin û helwesta şoreşgerî li hember xeta xiyanetkar û her cûre hevkariya bi dijmin re sekinîne. Me li ser vê bingehê têkoşîna daye meşandin, berdêlên giranbûha jî daye. Em di vê xeta xwe de têkoşîna mezintir dikin. Gele me yê welatparêz jî vê pêşengtî û têkoşîna ciwanên şoreşger bi helwest û sekna xwe ya berxwedêr ve xwedî derketina xwe nişandan. Ev sekna gelê me ji bo me cihê şanazî û rûmetdariyê ye.”
Tevger êrişa li ser ofîsa PDK-RKê red kir ku ji aliyê wan ve hatibe kirin û dibêje: “Di van demen dawiyê de hinek pratîkên ku ji aliyê me ve nehatin rêxistinkirin û bi navê ciwanên şoreşger tên bi navkirin rastiyê îfade nakin. Wek mînak; êrîşa kul i hember büroya PDK-RK hatiye kirin jî yek ji van pêkanînane ku têkiliya xwe, wek tevgera ciwanên şoreşger bi me re nîne.”
Berpirsê Ofîsê Bêcan Îbrahîm ji Rûdawê re gotibû, 25ê Îlona 2021ê demijmêr 23.30ê ew hatin agahdarkirin ku ofîsa partiya wan hatiye şewitandin û dema ku ew gihiştine ofîsê dîtine ku bi du molotofan êrîş çûye ser ofîsa û hetiye şewitandin.
Partiya Demokrat a Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê di 25ê Kanûna 2018an hatiye damezrandin û ji wê demê ve Hekar Mîro sekreterê wê ye.
Ew partî ne di nav partiyên Rêveberiya Xweser û ne jî di nava Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de ye.