Navenda Hevkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî ragihand
Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Sekreterê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ragihand ku Navenda Hevkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê biryar daye li dijî bombebaranên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê, greveke giştî ragihandiye.
Roja Çarşemê 28ê Îlona 2022an Îranê bi mûşek û dronan êrîşî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê kir û di encamê de 15 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 46 kesan jî birîndar bûn.
Cîgirê Sekreterê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Reza Keabî ji Rûdawê re ragihand, “Navenda Hevkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê red kiriye ku partî bi çek di xwepêşandanan de amade bûbin û niha jî bi başî nizanin. Tevgera medenî li qadeke milyonî berdewam e û divê em wê pêş bixin.”
Reza Keabî her wiha diyar kir Îran ji bo ku bala xelkê ji navxwe bo derve bikşîne û wisa nîşan bide ku bi alîkariya welatên din partî aloziyê derdixin, êrîşî partiyan kir û “dijmin ti cudahiyê di nav wan de nabîne”, pêwîst e ew hemû yekdeng û yekhelwest bin.
Cîgirê Sekreterê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Reza Keabî di wê baweriyê de ye tiştê ku xwepêşandanên vê carê bi tevahî ji yên demên din cuda dike, “berxwedana jinan a li hember tawanên Komara Îslamî ya Îranê li dijî jinan e.”
Navenda Hevkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê biryar da ku li Rojhilatê Kurdistanê li dijî bombebaranên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî were ragihandin. Keabî got, “Ev grev ne tenê tê wateya mayîna li malê, ji bo pêşîgirtina çûyîna xelkê bo ser karên hukimî û kompayayan e.”
Li gorî Keabî, hevgirtin û yekîtiya gelên Îranê îro qonaxeke girîng a têkoşîna girseyî ya Îranê ye, “Ev serkeftineke mezin bû ji bo tevgera rizgarîxwaz a Kurd û tevahiya Îranê ku bibe qada parastina Kurdan.”
Cîgirê Sekreterê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Reza Keabî anî ziman, “Di du mehên borî de, Komara Îslamî ji salên borî zêdetir girîngiyê bi Komîteya Zehmetkêşan dabû. Li ser wan vîdeo çêkir û girtî anîne ser ekranên televizyonan û pê dan gotin ku Komeleyê ew şandine û Komele ya Îsraîl û Erebîstana Siûdî ye û terorîst e. Ji ber vê yekê gumana me tunebû ku êrîşek li dijî Komeleyê nêzîk e lewma me xwe ji bo pêşîlêgirtinê amade kiribû.”
Cîgirê Sekreterê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Reza Keabî li ser yekkirina her du Komeleyan jî got, “Ji pêr ve em pêvajoya yekkirina baskên Komeleyê dimeşînin lê ev 2-3 meh in ji ber kar û hinek pirsgirikan rawestiyabû lê em ne bêhêvî ne û em ê ji nû ve dest pê bikin. Em hêvî dikin ku ew ê ji nû ve bibine tek û ti çareyeke me nemaye.”