CNKê li dijî Îranê bang li saziyên navneteweyî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê (CNK) derbarê êrîşên Îranê yên li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniya da got, “Em daxwazê civaka navdewletî, Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekgirtî, Welatên Kendavê dikin ku li dijî operasyon û komkujiyên Îranê hem li navxweyî Îranê hem jî li Iraq û Herêma Kurdistanê biwestin û nehelin ew dûbare bibin.”

Supaya Pasdarên Îranê roja Çarşemê 28ê Îlona 2022an hemwext êrîşî binke û baregehên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ên di nav sînorên Herêma Kurdistanê de kir.

Di êrîşan de sivîl jî di nav de 15 kesan canê xwe ji dest dan, 10 jê giran 46 kes birîndar bûn.

Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê (CNK) li ser êrîşên Îranê yên li dijî PAK, Komele û PDKÎyê daxuyanî da.

CNKê di daxuyaniyê de bang li sazî û rêxistinên navneteweyî kir ku li hemberî êrîşên Îranê bêdeng nemînin.

Daxuyaniya Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê (CNK):

“Piştî şehîdkirina Jîna Emînî bi destê hêzên serkutker ê Komara Îslamî ya Îranê li seranserî Îranê û Rojhilatê Kurdistanê raperînê li dijî rejima sîtemkar dest pê kir. Ew raperîna xelkê zêdetir 10 roj e berdewam dike. Di wan xwepêşandanan de li seranserî Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 20 kes şehîd bûne û bi sedan kes jî birîndar bûne û hatine desteserkirin.

Komara Îslamî ya Îranê bi armanca ji bo şikandina îradeya gelê me li Rojhilatê Kurdistanê û baregehên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li Koyeyê, Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê li Silêmanî û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li Pirdê bi mûşek, drone û topxaneyan kir armanc.

Bi wê boneyê em vê êrîşa tirsokane ya Îranê bi tundî şermezar dikin û eşkere jî dikin ji bo her rewşeke piştgiriyê li partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û xelkê me li Rojhilatê Kurdistanê em amade ne.

Bi ti awayî êrîş û bordûmanan axûndeyên Îranê nikare rêliber îrade û azadiya gelê me bigire û îradeya ciwanên kurd serkut bike. Em daxwazê civaka navdewletî, Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekgirtî, Welatên Kendavê dikin ku li dijî operasyon û komkujiyên Îranê hem li navxweyî Îranê hem jî li Iraq û Herêma Kurdistanê biwestin û nehelin ew dûbare bibin.

Her wiha em bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê jî dikin bi belge û dokumentan li Neteweyên Yekgirtî li dijî êrîşên Îranê û binpêkirina serweriyê derbarê Îranê gilî tomar bikin û hişyariyê bidin konsol û balyozê Îranê li Bexdayê û Hewlêrê.

Em serxweşiya xwe pêşkêşî hemû malbatên şehîdan dikin û hêviya saxî û silametiyê ji bo hemû birîndaran dixwazin.”