Jinên Dêrsimî ji bo Jîna Emînî pora xwe birîn
Dêrsim (Rûdaw) – Berpirs û endamên Platforma Jinan a Dêrsimê nerazîbûna xwe li dijî kuştina Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve nîşan dan û porê xwe birîn.
Li Parêzgeha Dêrsima Bakurê Kurdistanê, Platforma Jinan a Dêrsimê ji bo protestokirina kuştina Jîna Emînî û piştgiriya xwepêşandanên nerazîbûnên xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyek saz kir.
Jinên Dêrsimî li Kolana Hunerê hatin cem hev û heta Qada Seyîd Riza meşiyan û li wê derê daxuyanî dan.
Di daxuyaniya Platforma Jinan a Dêrsimê de hat ragihandin ku rejîma Îranê neçarkirina bikaranîna hîcabê û polîsên exlaqê, li hemberî jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê weke “Şûrê Damokles” bikar tîne.
Platforma Jinan a Dêrsimê dibêje: “Jinên Îranî 43 sal in, li dijî destwerdana jiyana jinan, desthilatdariya mêr a ku bi polîtîkayên zext, olperestî û nefretê li ser gel tepeser dike, li ber xwe didin. Jîna Emînî yek ji jinên ku di encama polîtîkayên rejîma mela ya paşverû, tekparêz, zilam-serweriya mêr de ku bi salan e didomin de hate kuştin e. Porê Emînî bûye ala berxwedana azadiyê ya gelên Îranê bi taybet jinên Îranî û jinên cîhanê. Nerazîbûna gel ên ku piştî kuştina Jîna Emînî herikîn nava kolanan, nîşan dide ku rejîma Îranê li ber çavên ti wateyeke xwe nîne.”
Di beşeke din a daxuyaniya xwe de Platforma Jinan a Dêrsimê bal kişandiye li ser rewşa jinên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û dibêje: “Li welatê me rêgezên şerîetê yên ku li ser jinan tê ferzkirin her car bi rengekî nû derdikeve holê. 'Parêzvanên exlaqê' yên ku li kolanan mudaxeleyî cil û bergên jinan dikin, ji ber polîtîkayên jinan ên hikûmetê her diçe cesaretê werdigirin. Her roj em bi nûçeyan radibin ku herî kêm jinek hatiye kuştin. Em dizanin ku zîhniyeta li Îranê û zîhniyet e li ser daxwaza terîqatan Peymana Stenbolê hilweşandin heman zîhniyet e.”
Piştî daxuyaniyê Cîgira Şaredara Dêrsimê Canan Ay Dogan ku yek ji jinên beşdarî çalakiyê bû pora xwe birî.
Di çalakiya protestoyî de gelek jinan jî bi birîna porên xwe nerazîbûna xwe ya li hemberî rejîma Îranê nîşan dan.