MELETÎ - Zava bi daweta xwe şa nebû, şîna wî hat danîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê Abdullah Berk Karadagê ku ji daweta wî re çend roj mabûn û winda bûbû li zeviyeke vala kuştî hat dîtin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Îhlasê (ÎHA), li taxa Tecdeyê ya Çirmikê welatiyan li zeviyeke vala kesek dît ku bêliv bû û wan agahî da tîmên tenduristiyê.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di kontrola tîmên tenduristiyê de derket holê ku gule li singa wî ketine û ew kes jî Abdullah Berk Karadagê 34 salî ye ku ev 4 roj bûn winda bû.

Hat tesbîtkirin ku Karadag miriye û di lêkolînên li cihê bûyerê de demançeyek û 2 fîşekên vala hatin dîtin.

Her wiha hat zanîn ku otomobîla Abdullah Berk Karadag jî 25ê Îlonê saet derdora 03:30î li taxa Aydinlarê ya Çirmikê terkkirî hatiye dîtin.

Li ser bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin.