AMED - Şaredariyê ji bo pêvajoya çareseriyê dest bi rêzecivînan kir
Amed (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ravekirin û xurtkirina pêvajoya çareseriyê dest bi rêzecivînên 7 mehan kir.
Di civînan de dê girîngiya aştiyê bi hemû pêkhateyên civakê re were gotûbêjkirin û her meh mijarek cuda bê nirxandin.
Civîna yekem: Koç, Veger û Aştî
Civîna yekem bi sernavê "Koç, Veger û Aştî" û bi hevkariya Komeleya Çavdêrî û Lêkolînê ya Koçberiyê ya Mezopotamyayê li Qesra Cemîl Paşa hat lidarxistin. Di civînê de beşdaran nêrînên xwe anîn zimên.
Jineke beşdarvan daxwaza guhertinên yasayî kir û got, “Eger ji bo pêvajoyê ez biaxivim di serî de ji bo vegera hevalên me divê li parlamentoyê guhertinên yasayî bên kirin.
Heger guhertinên yasayî neyên kirin hevalên me dê çawa vegerin?”
Welatiyekî din jî bal kişand ser pêdiviyên binesaziyê û wiha axivî: “Nexşerêya me ev e; ew kesê vegere gundê xwe, divê av, rê û elektrîka wî were dabînkirin û şaredariya me di vî warî de bixebite.
Armanca me ew e ku em nîqaş bikin ka kesên vedigerin dê çawa bazirganiyê bikin û jiyana xwe derbas bikin.”
Serra Bucak: Civîn dê 7 mehan bidomin
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê derbarê naveroka civînan de agahî da û got:
“Civîna yekem îro bi navê ‘Koç, Veger û Aştî’ tê lidarxistin. Pişt re em dê derbarê mafên zarokan û aştiyê de gotûbêjan bikin.
Di civîna pêşerojê de em dê behsa baweriyên cuda û aştiyê bikin û di civîneke din de jî em dê behsa mijarên antî-kolonyal ên di çarçoveya aştiyê de bikin.
Aştî û huner, xweza û aştî, regez û aştiya civakî dê bibin sernavên civînên me yên din.”
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê plan dike ku di van civînan de siyasetmedar, nivîskar, akademîsyen û nûnerên ji beşên cuda yên civakê bîne cem hev da ku li ser jiyaneke hevpar gotûbêjan pêk bîne.