Birêvebirê Can Holdingê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsîna Can Holdingê de Serokê Lijneye Birêvebiriyê Kemal Can bi biryara dadgehê hat girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmece ya Stenbolê 11ê Îlona 2025an li dijî birêvebirên Can Holdingê bi hinceta "gendeliyê, endamtiya rêxistina sûcê û spîkirina pereyan" lêpirsîn dabû destpêkirin.

Di operasyonê de ji bo 10 kesan biryara desteserkirinê hatibû dayîn û 6 kes hatibûn girtin.

Her wiha di operasyonê de dest danîn ser 121 kompanyayên girêdayî holdîngê ku di nav wan de Show TV, Haberturk, Zanîngeha Bilgiyê û Bloomberg HT jî hebûn û li ser wan qeyûm hatibû danîn.

Di çarçoveya lêpirsînê de 25ê Îlonê Serokê Lijneye Birêvebeiriya Can Holdingê Kemal Can jî hatibû desteserkirin û piştî karên îfade wergirtinê 28ê Îlonê şewqî dadgehê hatibû kirin.

Dadgehê bi tohmeta “avakirina rêxistina tawanan”, “birêvebirina rêxistinê” û “spîkirina serweta çavkaniya wê ne diyar” derbarê Kemal Can de biryara girtinê da û ew şand girtîgehê.

Qeyûm li ser Grûpa Cinerê hat danîn

Ji aliyê din ve, di çarçoveya heman lêpirsînê de derbarê karsaz Turgay Ciner û 10 rêvebirên Grûpa Cinerê de jî biryara desteserkirinê hat dayîn.

Hat îdiakirin ku dema Can Holdingê saziyên medyayê yên wekî Show TV û Haberturkê ji Grupa Cinerê kiriye gendelî hatiye kirin û “pereyên reş” hatine spîkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de dest bi ser Park Holdingê ya Grûpa Cinerê û kompanyayên ser bi wê ve hat girtin û qeyûm li ser hat danîn.

Hat zanîn ku Turgay Ciner ne li Tirkiyeyê ye û li derveyî welat e.