Li Herêma Kurdistanê hevberdan zêde dibin, zewac kêm dibin
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Encûmena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê, rêjeya hevberdanê di asteke metirsîdar de ye û sala borî rojane zêdetirî 34 dozên hevberdanê hatine tomarkirin.
Amarên giştî yên çar salên dawî nîşan didin ku ji 100 zewacan 24 bi hevberdanê diqedin.
Li Herêma Kurdistanê di navbera salên 2021 û 2024an de bi giştî 52 hezar û 362 hevberdan hatine tomarkirin.
Silêmanî di rêza yekem de ye
Li gorî amaran, di nava çar salên dawî de herî zêde hevberdan li parêzgeha Silêmaniyê çêbûne.
Li Silêmaniyê di navbera salên 2021 û 2024an de bi giştî 21 hezar û 483 hevberdan hatine tomarkirin ku ev tê wateya salane zêdetirî 5 hezar hevberdanan.
Li Dihokê rêje zêde dibe
Amar her wiha nîşan didin ku li parêzgeha Dihokê rêjeya hevberdanê sal bi sal zêde dibe.
2021ê li Dihokê 1,796 hevberdan hatibûn tomarkirin lê ev hejmar di sala 2024an de derketiye 2 hezar û 33 hevberdanan.
Ev yek nîşan dide ku di nava çar salan de rêjeya hevberdanê li Dihokê ji sedî 13 zêde bûye.
Hejmara hevberdanê li gorî sal û bajaran:
2021: 11 hezar û 699 hevberdan
Hewlêr: 4,043
Silêmanî: 4,767
Dihok: 1,796
Germiyan: 1,093
2022: 13 hezar û 967 hevberdan
Hewlêr: 5,645
Silêmanî: 5,533
Dihok: 1,992
Germiyan: 797
2023: 14 hezar û 312 hevberdan
Hewlêr: 5,857
Silêmanî: 5,438
Dihok: 2,164
Germiyan: 853
2024 - 12 hezar û 384 hevberdan
Hewlêr: 3,878
Silêmanî: 5,745
Dihok: 2,033
Germiyan: 728
Kêmbûna zewacê
Li hemberî zêdebûna hevberdanê, amarên zewacê di çar salên dawî de hinekî kêm bûne.
Di navbera salên 2021 û 2024an de bi giştî 214 hezar û 838 zewac hatine tomarkirin:
2021: 54,837
2022: 55,896
2023: 53,087
2024: 51,018
Bi berawirdkirina van amaran, derdikeve holê ku li Herêma Kurdistanê ji her 100 zewacan, 24 ji wan hev berdidin ku ev yek wek nîşaneyeke civakî ya girîng tê nirxandin.