Îranê kesek bi hinceta sîxuriya ji bo Îsraîlê îdam kir
Hewlêr (Rûdaw) - Desthilata Dadweriyê ya Îranê ragihand ku îro sibehê kesekî bi navê Behmen Çûbî Esl bi tohmeta sîxuriya ji bo Îsraîlê hatiye bidarvekirin.
Îran îdia dike ku ew "sîxurekî cihê baweriyê" yê MOSSADê bûye.
"Hevkariya berfireh di warê zanyariyên elektronîk de"
Li gorî daxuyaniya Desthilata Dadweriyê ya Îranê, Çûbî di warê zanyariyên elektronîk de "hevkarîyeke berfireh û bi zanebûn" bi saziya sîxurî ya Îsraîlê MOSSADê re kiriye.
Hat diyarkirin ku wî "bi rêya karê xwe di kompanyayeke zanistî de destê xwe gihandiye projeyên hestiyar û pêwendiyan" û ji ber ku "wekî birêvebir di hemû projeyan de" cih girtiye, destê wî gehiştiye zanyariyên herî girîng.
Serdanên 7 welatan û 63 hevdîtin
Di daxuyaniyê de her wiha hat îdiakirin ku Çûbî "ji aliyê efserê MOSSADê ve bo Îrlandayê hatibû vexwendin da ku 'dewreyên perwerdeya pisporî yên pêwîst' bibîne."
Hat eşkerekirin ku ew ji bo hevdîtina bi efserên MOSSADê re çûye welatên wekî Îmarat, Ermenistan, Hindistan, Tayland, Vîetnam, Îrlanda û Bulgaristanê û 63 caran bi berpirsên MOSSADê re hevdîtin pêk aniye.
Desthilata Dadweriyê da zanîn ku dosyeya Çûbî ji bo pêdeçûnê ji Dadgeha Bilind a Îranê re hatibû şandin lê daxwaza wî ya ji bo sererastkirina biryarê hatiye redkirin û cezayê darvekirinê hatiye pesendkirin.