Li Meletiyê ji ber erd pevçûn derket: Birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Navçeya Qaleyê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê ji ber lihevnekirina li ser erd pevçûn derket û di pevçûnê de 2 kes birîndar bûn.

Li navçeya Qaleyê di navbera N.O. û E.O de ji ber lihevnekirina erd niqaş derket.

Niqaşa wan mezin bû û paşê pev çûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîman bi ambulansan birîndar veguhastin nexweşxaneyê.