Amed (Rûdaw)- Zanyarê Siyasetê Prof. Dr. Dogu Ergil li ser mijara Hêzên Pêşmerge yên ku bi riya bejayî diçin Kobaniyê û ji aliyê kurdên Bakur ve bi germî hatî pêşwazîkirin got, “Tirkiye ji vê yekê ne razî y3 lewra tirsa wê heye ku bandorê li daxwaza cudabûna kurdan bike.”
Prof. Dr. Dogu Ergil ji Rûdawê re rewşa pêşwazîkirina pêşmerge ya ji aliyê xelkên Silopî, Cizîr, Nisêbîn û Qoserê ve wiha nirxand: “Her çi qasî fikrên siyasî yên cuda hebin jî yekîtiya kurdan pêk hat.”
Ergil anî zimên yekîtiya bi şandina pêşmerge ya ji bo Kobaniyê dest pê kirî berdewamiya wê girêdayî pêşveçûnên Rojava û Başûrê Kurdistanê ne.
Ergil got piştevaniya ji bo Kobaniyê ji derveyê Tirkiyeyê û ji alîye kurdan vê hatî pêkanîn tê wetaya “Kurd bi xwe parastina Kobaniyê dikin û dixwazin bikin jî.”
Herwiha Ergil ragihand ku rêvebiriya Tirkiye ji yekîtiya kurdan ne razî yê û wiha pê de çû:
“Tirkiye bawer dike ku yekîtiya kurdan dê her rojekê weke cudabûna kurdan dê bê ber pêşiya wê.Ji ber vê yekê jî bi çavek êrênî li yekîtiya kurdan na nêre. Tirkiye ji derveye sînorê xwe jî rêvebiriyek xweser ya kurdan naxwaze. Tirkiye dixwaze heger pêkhatinek çêbibe jî di bin kontrola wê de an jî ya Hêrama Kurdistanê ya nêzîk xwe dibîne be.”
Prof. Dr. Ergil îdia kir ku dema rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) êrîş li Hewlêrê kirî ji ber ku dilgirên wê di destê DAIŞê de bû alîkariya Herêma Kurdistanê nekir û ew valayî jî Tehranê dagirt û wiha got, “Hewlêr êdî bikeve tengaviye baweriya wê ji Enqereyê zêdertir dê li Tehranê bê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse