Pêşmerge gehîşt Qizil Tepe û Kurdên Bakur pêşwaziyê li wan dikin
Sînorê Kobanî (Rûdaw)- Hêzên Pêşmerge yên ku bi riya bejayî diçin Kobanî gehîştine bajarê Qizil Tepe û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî li Kobanî amadekariya derbasbûna Pêşmerge bo nav Kobanî dikin.
Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdulrehman ji ser sînorê Kobanî ragihand ku, “Ew Hêza Pêşmerge ya ku bi riya balafirê çûye Bakur li navendeke leşkerî li nêzîkî sînor e û niha çaverê gehiştina wê hêza bejayî dike ku bi hev re derbasî Kobanî bibin.
Senger Ebdulrehman ragihand ku, "Ew hêza bejayî ya ku îro dervbasî Bakurê Kuristanê bûne, niha gehîştiye bajarê Qizil Tepe û ji aliyê kurdên wî bajarî ve bi germî hatiye pêşwazîkirin.”
Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdulrehman ragihand ku, “Gellek xelkê Bakurê Kurdistanê derketine pêşiya Hêzên Pêşmerge û pêşwaziyê li wan dikin. Herwiah xelk li Pirsûsê li kolanan li hêviya hatina wan in.”
Senger Ebdulrehman da zanîn ku li gorî agahiyên Rûdawê, “Şervanên YPGê li Kobanî bi hatine Hêzên Pêşmerge pir dilxweş in û amadekariyan dikin bo derbasbûna Hêzên Pêşmerge.”
Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku, “Li gorî agahiyan, piştî hatina Hêzên Pêşmerge DAIŞê jî 500 çekdarên xwe anîne kobanî û şevê din şer di navbera wan û şervanên kurd de derket, her wiha heta niha jî şer berdewam e.”