DÊRSIM - Dêra Ergenê hatiye paşguhxistin

Dêrsim (Rûdaw) - Dêra Ergenê ya li navçeya Xozata Dersimê ji ber girîngînedanê û nenûkirinê bi hilweşandinê re rûbirû ye.

 

Dêra Ergen tenê 15 kîlometreyan dûrî navenda bajar e û tevî hatiye gotin dê were nûkirin jî, lê heta niha ti kesî girîngî pê nedaye.

 

Beşekî mezin ji vê dêrê ji ber xwedîlêderneketinê hilweşiya ye û ev kilîseya ku tê gotin ji aliyê Ermeniyan ve hatiye çêkirin, gelek nivîsên bi zimanê Ermenî jî mirov dikare bibîne.

 

Xelkê navçeyê Kemal Yildiz ji Rûdawê re wiha got: “Aliyên pêwendar di sala 2012an de hatin vir û gotine ku me ev der xistiye bin parastinê. Lê piştî wê yekê kes nehat û serdana vê derê nekir. Xelk serdana vir dikin. Lê ji bo parastinê kes nehatiye vir. Ev dêreke girîng e. Eger were parastin û nûkirin ji xelkê vî gundî re jî gelekî girîng e.”

 

Carna jî gelek geştiyar ji derveyî welat  serdana vê kilîseyê dikin. Lê weke xelkê gundê Geçîmlî dibêje, eger girîngiyeke taybet ji bo çêkirin û nûkirina vê dêrê were dayîn, dê bibe cihekî geştiyariyê û ev yek ji bo wan j baş e.

 

Xelka navçeyê Zekiye Oztûrk jî anî ziman: “Ev dêra Ermeniyan e. Li gor ji me re hatiye gotin û me dîtiye Ermeniyan salên gelekî dirêj li vir jiyane. Lê Ermeniyên li vir di sala 1938an de bar kirine û kesek li vir nemaye. Geştiyar pir caran serdana vir dikin. Lewma ji bo vir projeyek taybet pêwîst e.”

 

Navçeya Xozata Dersimê di aliyê dîrokî ve cihekî girîng e. Herwiha Serokê Şaredariya Xozatê Celaleddin Polat dibêje ev navçe ji bo ku di aliyê geştiyariyê de jî zindî bibe û xelkê herêmê sûdê jê werbigre pêwîst e girîngiyeke taybet ji bo vir bê dan û hindek hêsankarî jî werin pêkanîn.

 

Serokê Şaredariya Xozatê Celaleddin Polat wiha axivî: “Dîroka vê kilîsê kevn e û ev  serşok di sala 2012an de ji aliyê Rêveberiya Parastina Kulturî ya Erziromê ve ket bin parastinê. Lê heta niha ji bo parastina vir tiştek nehatiye kirin û sozên ji bo parastina vê dêrê dayî jî, tenê di nivîsandinê de mane.

 

Li gor xelkê deverê, Kilîseya Ergenê kilîseya herî mezin a li tevahiya Dersimê ye. Lewma gelek caran geştiyarên ermenî ji Fransa û Amerîkayê hatine serdana vê derê.

 

Lê xelkê vê derê dibêje ji bo ev cihê dîrokî jinav neçe û wenda nebe pêwîstiya ww bi nûkirin û guhdanê heye.