Tevgera Goran piştî 2 salan bêyî Serokê Parlamentoyê vedigere

29-10-2017
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Kurdistanê Tevgera Goran Yûsif Mihemed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî zêdetirî 2 salan, fraksiyona Tevgera Goran vedigere hola Parlamentoya Kurdistanê û beşdarî rûniştina îro (29-10-2017) dibe lê Serokê Parlamentoyê Yusif Mihemed beşdarî rûniştinê nabe.


Biryarderê Fraksiyona Goran li Parlamentoya Kurdistanê Ebdurehman Elî Reza ji Rûdawê re ragihand, ku ew dê beşdarî rûniştina îro ya parlamentoyê bibin. Elî Reza da zanîn, ku dê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yusif Mihemed venegere parlamentoyê.

 

Ebdurehman Elî Reza rexne li wê yekê kir, ku bernameya karê parlamentoyê îro danê sibê gihiştiye destê wan û diyar kir, ku divêya roja pênşemê ev bername bigihişta destê wan.

 

Bi gotina Biryarderê Fraksiyona Tev gera Goran, di rûniştina îro ya parlamentoyê de dê nameya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî were xwendin û mijara parvekirina desthilatên wî were gotûbêjkirin. Herwiha mijara dest ji karkişandina parlaemnterê YNKê Goran Azad jî were nirxandin.

 

Ji roja 12-10-2015ê ve yekemîn car e îro PDK, YNK, Tevgera Goran, Yekgirtû û Komela Îslamî û partiyên din beşdarê civîna parlamentoyê dibin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst