Encumena Asayişa Kurdistanê: Emê rûbirûyê fitnegeran bibin

30-10-2017
RÛDAW
Nîşan Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Kurdistan Fitne
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Em daxwaz li hevwelatiyên hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê dikin ku aramiyê biparêzin û rê bi xelkê têkder nedin ku bi navê we fitne û tundiyê derxin.”

 

Di daxuyaniya xwe de, Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê herwiha dibêje: “Em hişyariyê didin, her kesek ku fitnegeriyê bike û êriş bike ser her baregeh û binkeyekê û ewên ku wan karan jî dikin, em dê rûbirûyê wan bibin û em dê rêkarên tund li hember wan cîbicî bikin.”

 

Encumena Asayişa Herêma herwiha tekez dike: “Em daxwaz ji hêzên Asayiş û navxwe jî dikin, ku bi amadebaşiyeke herî zêde her hewleke gumanawî ya fitnegeran pêç û betal bikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst