Xemla payîzê ya Dêrsimê geştyaran ber bi xwe ve dikişîne
Dêrsim (Rûdaw) - Li navçeya Pilemuriyê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê xwezaya herêma gundê Saldaqê bi rengên payîzê xemiliye û dîmenên kartpostalî diafirîne.
Ji ber vê yekê jî geştyar berê xwe didin herêmê da ku ji van dîmenên bêhempa bê par nemînin.
Geştyareke bi navê Emîne Ateş diyar kir ku cara yekem e tê herêmê û got:
" Ev cara yekem e ku ez têm vê derê. Min pir eciband, baş bû ku ez hatim vê derê. Xwezaya wê pir xweş e."
Bi taybetî Geliyên Munzûr û Pilemuriyê di vê demsalê de mazûvaniya gelek geştyaran dikin ku di nav xwezayê de dimeşin û demên xweş derbas dikin.
Geştyareke din a bi navê Fîlîz Ateş jî bal kişand ser paqijiya herêmê û anî zimên:
“Cihekî xweş e, hewa û oksîjena wê paqij e. Cihekî ku divê mirov bibîne.
Bila werin bibînin lê bila zibilên xwe neavêjin û biparêzin. Dema hatin bila zererê nedin.”
Nurullah Esmerê ku ji Amedê çûye Dêrsimê jî heyraniya xwe ya ji bo xwezaya herêmê got:
“Em cara yekem tên vê derê. Hewa ewr e lê dîsa jî gelekî xweş e. Ez bawer dikim havînê xweştir e.
Di nav cihên ku ez lê geriyame yek ji cihên herî xweş e. Min gelekî eciband.”
Dêrsim bi xwezaya xwe ya bêhempa û jiyana xwe ya kovî bajarekî taybet e û xelkê wê bi jîngehparêziya xwe tê naskirin.
Ji ber vê yekê jî salane bi deh hezaran geştyar berê xwe didin Dêrsimê.