Li Sineyê ava bendavan kêm bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Sineya Rojhilatê Kurdistanê ava bendavan kêm bûye.

Birêvebirê Giştî yê Birêvebiriya Avê ya Parêzgeha Sineyê Areş Aryanejad ragihand ku ava bendavên Sineyê li gorî heman dema par ji sedî 24 kêm bûye.

Areş Aryanejad ragihand ku qebareya ava bendavên Sineyê niha 916 milyon metrekup e û par di heman demê de ev rêje yek milyar û 207 milyon metrekup bû.

Li parêzgeha Sineyê 18 bendavên mezin û biçûk hene.

Desthilata bikaranîna 12 bendavan di destê Birêvebiriya Avê ya Sineyê de ye û desthilata bikaranîna ava 6 bendavên din jî di destê birêvebiriyên avê yên parêzgehên Kirmaşan û Urmiyeyê de ye.

Li gorî gotina Areş Aryanejad, îsal 726 milyon metrekup av çûye nav bendavan.

Wî her wiha da zanîn ku di şeş mehên bihar û havîna îsal de 115 milîmetre baran û berf bariye û rêjeya barînê jî li gorî heman dema par ji sedî 54 kêm bûye.

Rêjeya barîna asayî ya salane li Sineyê 455 milîmetre ye.

Rêjeya herî zêde di salên borî de li Baneyê hatiye tomarkirin û ya herî kêm jî li rojhilatê parêzgehê ye ku sînorê bajarên Qurwe û Bîcarê li xwe digire.

Metirsiya erozyonê

Kêmbûna baranê bûye sedem ku li deştên parêzgeha Sineyê erozyon (cihguhertin û kêmbûna axê) zêdetir bibe û ev yek wekî qeyraneke cidî ya jîngehê tê dîtin.

Birêvebirê Giştî yê Çavkaniyên Siruştî yên Sineyê Bêhzad Şerîfîpûr diyar kir ku erozyon li deştên rojhilatê Sineyê ji deverên din zêdetir e çimkî baran û berf kêmtir dibarin û cotkar ava bin erdê zêdetir bi kar tînin.

Wî amaje bi wê yekê kir ku li Deşta Dêwlanê salane herî kêm 6 santîmetre erozyon çêdibe û eger neyê kontrolkirin dê bandorên wê yên aborî û jîngehî yên metirsîdar hebin.