Serokê Baroya Amedê: Divê yasaya vegerê birêvebirên PKKyê jî li xwe bigire

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç ragihand, wan ji bo pêvajoya çareseriyê komîsyoneke taybet ava kiriye ku li ser pêşniyarên yasayî yên ji bo sererastkirina qanûnan û derxistina yasayên nû bixebite.

Abdulkadîr Guleç da zanîn ku armanca wan a sereke ew e ku kesên di nav PKKyê de cih girtine bi yasayeke taybet tevlî civak û siyasetê bibin û got, “Divê yasaya vegerê rêveberan jî li xwe bigire.”

Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç bû mêvanê Rûdawê û pirsên Hêvîdar Zanayê yên li ser pêvajoyê bersivandin.

"Vekişîna PKKyê gavek erênî ye û derfetek afirandiye"

Guleç biryara PKKyê ya vekişandina hêzên xwe ji Tirkiyeyê wekî “gaveke erênî” bi nav kir û got ku vê yekê derfetên nû derxistine holê.

Serokê Baroya Amedê li ser armanca komîsyona ku wan ava kiriye wiha axivî:

“Em jî dixwazin ku şer û pevçûn bi dawî bibin û kesên ku di nava vî şerî û pevçûnê de cih girtine, bi zagoneke taybet tevlî civakê û siyasetê bibin. Wezîfeya yekemîn a komîsyonê ev e.”

"Rawestandina şer bi tena serê xwe pirsgirêka Kurdan çareser nake"

Abdulkadîr Guleç amaje pê kir ku rawestandina şer bi tena serê xwe pirsgirêka Kurd çareser nake û got:

“Em jî wekî Baroya Amedê, berê jî xebatên me hebûn, lê îro firsetek û derfetek derketiye, em jî dixwazin di wê derfetê de pêşniyarên xwe hem ji hikûmetê re, hem ji raya giştî re û hem jî ji siyasetmedaran re bişînin.”

Guleç diyar kir ku avakirina komîsyonê ne li ser daxwaza Komîsyona Parlamentoyê bûye lê wan bi însiyatîfa xwe ev gav avêtiye da ku nêrînên huqûqnasan û saziyên sivîl ên herêmê bigihînin Enqereyê.

“Divê heqîqet derkeve holê û lêborîn bê xwestin”

Serokê Baroya Amedê da zanîn ku xebata wan a duyemîn jî li ser rûbirûbûna bi paşerojê re ye û wiha pê de çû:

“Çil sal in şer qewimiye, pevçûn derketiye, gund hatine şewitandin, mirov di gelek zehmetî û şkenceyan re derbas bûn, di zindanan de riziyan. Divê ev hemû tişt bi yasayekê bên sererastkirin.

Kesên ku zilm li wan bûye, yên ku di zindanan de eziyet dîtine, kesên ku zarokên xwe winda kirine, ez tenê ji bo dayikên Kurdan nabêjim, ji bo dayikên Tirkan jî dibêjim, divê heqîqet derkeve holê û lêborîn jî bê xwestin. Xebata me ya duyem jî ev e.”

“Divê yasa birêvebiran jî li xwe bigire”

Derbarê nîqaşên li ser yasaya vegera endamên PKKyê û îdiayên ku dibêjin “ew yasa dê birêvebirên payebilind li xwe negire”, Abdulkadîr Guleç helwesta xwe bi awayekî zelal anî ziman:

“Tiştê ku di raya giştî de tê nîqaşkirin, ez rast nabînim. Ji bo hemû kesan divê yasayeke taybet derkeve.

Kesê ku di nava rêxistinê de wekî birêvebir û kadroyekî mezin cih girtibe, divê ew jî ji wan yasayan sûdê wergire.

Ev tişt rastir e. Hinek tê de bin, hinek li derve bin, ew pêşiya pêvajoyê jî qut dike. Di wê baweriyê de me ku ew ne tiştekî rast e.”