HSDyê lîsteya fermandarên xwe yên ku dê tevlî artêşa Sûriyeyê bibin pêşkêş kir

29-10-2025
RÛDAW
Nîşan HSD Fermandar Artêşa Sûriyeyê Koalîsyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) lîsteyeke fermandarên xwe ku dê tevlî Artêşa Sûriyeyê bibin, radestî Hevpeymaniya Navneteweyî (Koalîsyon) kir.

Li ajansa nûçeyan a North Pressê, di lîsteyê de navên fermandarên yekîneyên leşkerî yên ku dê tevlî Artêşa Sûriyeyê û lîwayên wê yên taybet bibin, her wiha navên nûnerên ji bo Wezareta Parastinê û Sererkaniya Giştî jî hene.

Çavkaniyên ku ji North Pressê re ragihandine di lîsteyê de navên nêzîkî 70 fermandarên ku beşdarî şerê li dijî DAIŞê bûne hene.

Lîste fermandarên sê lîwayan li xwe digire

Li gorî yek ji çavkaniyan, di lîsteyê de navên fermandarên sê lîwayên leşkerî yên ku dê tevlî Artêşa Sûriyeyê bibin hene û ew jî ev in:

Yek li Herêma Cizîrê (Parêzgeha Hesekê), ya duyem li Herêma Feratê (Parêzgeha Reqayê) û ya sêyem jî li Dêrezorê.

Di lîsteyê de her wiha fermandarên sê lîwayên taybet ên di bin Sererkaniya Giştî ya Sûriyeyê de jî hene û fermandarên HSDyê dê ji sedî 30ê karmendên sererkaniyê pêk bînin.

Yek ji van lîwayan dê li ser operasyonên têkoşîna li dijî terorê bisekine û li seranserê Sûriyeyê ji nêz ve bi Hevpeymaniya Navneteweyî re di nava hevahengiyê de be.

Çavkaniyeke Rojavayî jî radestkirina lîsteyê ji aliyê HSDyê ve piştrast kir û got, "Em hêvî dikin ku entegrasyon di demek nêz de pêk were."

Ebdî: HSD dê bibe beşek ji artêşa nû

Fermandarê Giştî yê HSDyê General Mezlûm Ebdî di 10ê Çiriya Pêşîn de di dema salvegera 10emîn a damezrandina HSDyê de gotibû ku hêzên wan “dê di avakirina vê artêşa nû de roleke sereke bilîzin û dê bibin beşeke yekgirtî û bihêz a wê.”

Ebdî her wiha gotibû ku yekîneyên têkoşîna li dijî terorê yên HSDyê dê li seranserê welêt li gel yekîneyên din ên Artêşa Sûriyeyê karên xwe bidomînin.

13ê Çiriya Pêşîn de, şandeyeke leşkerî ya HSDê ji bo gotûbêjkirina entegrasyona di nav Artêşa Sûriyeyê de çûbû Şamê.

Sîpan Hemoyê ku endamê Fermandariya Giştî ya HSDyê û komîteya leşkerî ya li ser entegrasyonê ye, gotibû ku aliyan lihevkirinên devkî kirine, lê hîn ti rêkeftinên îmzekirî nînin.

Di Tîrmehê de, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack ji North Pressê re gotibû ku HSD ji bo hikûmeta Amerîkayê hevpareke girîng e, li dijî DAIŞê şer kiriye û gelekî rêzdar e.

Barrack her wiha amaje pê kiribû ku hêzên HSDyê dikarin tevlî Sûriyeyê bibin û beşdarî artêşa wê bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst