VÎDEOGRAFÎK - Dîrok û demografiya kurdên Çiyayê Kurdan

29-11-2015
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çiyayê Kurdan ji aliyê balafirên Rûsî ve tê bombebarankirin. Kurdên Çiyayê Kurdan li Sûriyê ku dibêjin kurdan ew ji bîr kirine, ev demeke jiyana wan di xeterê de ye û hawara xwe digihînin ku gelê kurd ku xwedî li wan derkeve.

Ev çend roj in Çiyayê Kurdan li Lazqiyê ku piraniya xelkê wê kurdin, bi tûndî tê bombebaran kirin û bi piştgîriya Rûsya, artêşa Sûriyê dixwaze dest dayine ser vê navçeyê.

Balafirên rûsî, ji balafirxaneya Himêmîm êrişî Çiyayê Kurdan dike û ji Deryaya Navîn rokêtan davêje wê deverê.

Di vê  înfogirafîkê de, hûn demografiya Çiyayê Kurdan û dîroka Kurdan bibînin..

Ji 2 nahiyan pêk tê

Çiyayê Kurdan ji 2 bajarokan pêk tê, bajarokê Selma û bajarokê Kinisba û di nav herdu bajarokan de 65 gundên Kurdan li çiyayê Kurdan belav dibin.

Nahiya Selma

 

Nahiya Selma, ji gundên, Selma, Dorîn, Tirtiyah, Merc, Xuxe, Kifrdilbe, Elkom, Maroniyat, Merîc, Saqiya Kert, Bisufa pêk tê.

Nahiya Kinisba

Nahiya Kinisba, ji gundên Knisba, Şelef, Eyn Qintere, Wadî Basur, Billê, Mecdel Kîxiya, Kebane, Nihşba, Ebû Rîşa, Mizîn, Wadî Şêxan, Humrat, Sehaqîr, Boz Xirbe, Sermîniye û hejmarek ji gundên din pêk tê.

Navçeyên Çiyayê Kurdan li Lazqiyê bi cihên stratîjî li Lazqiyê tê zanîn û sînorê kurdan dighêje navçeyên Elewiyan.

Herwiha li başûr û li bakûrê rojavayê wî çiyayî, çiyayê Turkmen heye, ew jî niha di destê artêşa Sûriyê de ye.

Hejmara akinciyan

Li gor amaran, di navbera 80 heta 90 hezar Kurd li çiyayê Kurdan dijîn.

Ji 4 eşîretên Kurd pêk tê.

Eşîreta Mûşan: Hacî, Şemdîn, Hemdo, Fato, Şakir, Sîno, Hesîno, Birîmo

Kurdên çiyayê Lazqiyê ji 4 eşîretên Kurdî pêk tên.

Eşîreta Mûşan, bi mezintrîn eşîreta Kurd li Çiyayê Kurdan tê zanîn û li nahiya Selma û gundên derdora wê nîştecî ye, malbatên naskirî yê ve eşîretê, Malbata Hacî, Şemdîn, Hemdo, Fato, Şakir, Sîno, Hesîno, Birîmo ne.

Eşîreta Ocan: Zihûrî, Bazîdo, Mûsa , Xelîl, Xelîlo

Eşîreta Ocan, ev jî eşîreke mezin ya çiyayê Kurdane, li gundên Kinsba, Nişibam Şelef û hin gundên din yên nahiya Kinisba û ji malbatên  Zihûrî, Bazîdo, Mûsa , Xelîl, Xelîlo pêk tê.

Eşîreta Kîxiya: Hac Bekirî, Bekdaş, Biro, Bikûr, Elî Axa, Colaq

Eşîra Kîxiya, (Kaxuda) ku ji herdu eşîrên din biçktire, ew jî li gundên Kîxiya, Dwêrka, Biroma, Ara dijî. ji malbatên Hac Bekirî, Bekdaş, Biro, Bikûr, Elî Axa û Colaq pêk tê..

Eşîreta Şêxan: Şêxanî, Oso...

Herweha Eşîreta Şêxan, li Wadî Şêxan, Mizîn, Îdo, Qesatil dijî, malbatên vê eşîretê, Şêxanî, Oso û hin malbatên dinin.

Hevsînorê çend parêzgehane: Lazqiyê, Heleb, Êdlib, Hema

Kurd di serdemê Selahedîn Eybû hatine vê navçeyê û Xaçperest anko Selîbî ji wir derxistin û Selahedîn Eybû digotin, dê rizgarkirina Qûdis ji Çiyayê Kurdan destpê bike, lewma Kurdên Selhedîn hemû navçeyên ser bi Lazqiyê kontrolkirin.

Çiyayê Kurdan, hevsînorê, Lazqiyê, Êdlib, rêya Heleb, Hema û Himsê ye û dighêje sînorê Tirkiyeyê ye. Ev demeke dirêje artêşa Sûriyê dixwaze bixe bin kontrola xwe, lê şervanên Kurd rê li ber wan digrin, xelkê sivîl jî rojane ji gundên xwe koçber dibin û çiyayê Kurdan vala dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst