Hêzên li Rojavayê Kurdistanê Hewas Egîd girt
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Asayişa ser bi Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê, serkirdeyekî Partiya Çaksazî ya Kurd li Sûriyê û endamê Desteya Siyasî ya Îtîlafa Niştimanî ya Hêzên Dijbereya Sûrî Hewas Egîd girt.
Çavkaniyeke nêzîkî malbata Hewas Egîd ragihand ku roja Duşemê 28ê Mijdara 2016an hêzên asayişa ser bi Rêveberiya Xweser ve Hewas Egîd girtin.
Berî rojekê ji girtina Hewas Egîd asayişa ser bi Rêveberiya Xweser ve Cedaan Elî girtibûn, ku ew jî nûnerê heman partiyê ye li Herêma Kurdistanê û yek ji serkirdeyên Partiya Çaksazî ye.
Sedema çûna herdû serkirdeyên partiya navborî ew bû ku beşdariyê di kongreya Partiya Çaksaziyê de bikin ku dihate pêşbînîkirin di van çend rojan de hatiba lidarxistin.
Di çend rojên borî de asayişê 4 serkirdeyên Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê serbest berdan, lê hîna bêhtirî 30 serkirde û endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di zindanên asayişa ser bi Rêveberiya Xweser de mane.