19 Photos
Dezgeha Rwanga, di şeşemîn xûla pêşkêşkirina xelatên xwe yên salane de, roja Pêncşemê 10 gencên dahêner û behremend ên Herêma Kurdistanê xelat kirin.
Dezgeha Rwanga bi armanca pêşxistina şiyana lawan, salane berhemên cor bi cor ên hunerî, edebî û zanistî yên lawên Herêma Kurdistan yên temenê wan di navbera 15 heta 25 salan de ye, werdigre û piştî ku komîteyeke taybet nirxandinê ji bo wan berheman dike, hejmarek kesan xelat dike.
Îsal di nava 3 mehan de, 462 gencan, 294 kur û 168 keç, kar û dahênanên xwe ji bo Rwange şandibûn, 10 kes ji wan di warên cuda de hatin hilbijartin û xelat pêşkêşî wan hatin kirin.