Mahmut Alinak: Di xwîna wan de dijminatiya Kurdan heye
Hewlêr (Rûdaw) - Mahmut Alinak derbarê pêşniyaza şeş partiyên opozîsyona Tirkiyê ya bo destûreke nû de got “Dert û kulên wan ev sîstema qirêj e, sîstema nijadperest e. Ev nijadperest in, di xwîna wan de dijminatiya Kurdan heye. Çi bikin nekin ev nabin dostên Kurdan.”
Şeş partiyên oposizyona Tirkiyê bi deklarasyonekê pêşniyazên xwe yên hevbeş ji bo destûreke nû ragihandin. Di nav pêşniyazên oposizyonê de ti amaje bi pirsa Kurd nayê kirin.
Sîrovekarê siyasî yê Kurd Mahmut Alinak beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Bakur bû û derbarê deklarasyona şeş partiyên opozîsyona Tirkiyê ya ji bo destûreke nû de bersiva pirsên Hêvîdar Zana da.
“Dixwazin sîstemê pîne bikin, nabin dostê Kurdan”
Mahmût alinak nêrîna xwe ya li ser deklarasyona şeş partiyên opozîsyona Tirkiyê wiha anî ziman “Bi rastî ew ji me re xewroşka dibêjin, ne îro tenê sed sal e, hezar sal e, ji gel re, ji me re, ji miletê Kurd re, ne tene ji miletê Kurd re, ji miletê Tirk re jî, ji miletê Çerkez re jî, Ereban re jî û ji hemû miletên bindest re xewroşkan dibêjin. Xewroşkên wan esasî zilm e, îşkence ye. Heta îro wan em xapandin. Dert û kulên wan ev sîstema qirêj e, sîstema nijadperest e. Ev nijadperest in, di xwîna wan de dijminatiya Kurdan heye. Yanî çi bikin nekin ev nabin dostên Kurdan. Dibêjin destûra bingehîn, ez gelek di ser de çûm, min nihêrî, qet tiştek derheqa Kurdan de, Kurdistanê de tine. Tiştek ku mirov bibêje belê evana dirust in, derheqa gel de dê pirsgirêkan çareser bikin, tine. Ev dixwazin vê sîstemê pîne bikin. Evana dibêjin em dê vê sîstemê pîne bikin, bila ev sîstem rêveçûna xwe bike.”
“Kî ku bi bendê van ve têkeve bîrê, dawiya wan jenosîd e”
Alinak amaje bi yekê kir ku divê gelê Kurd baweriya xwe bi wan neyne û dibêje “Ev sîstem hûn jî dizanin sed sal e berdewam dike, ku wiha here dîsa jî dê berdewam bike. Ev sîstem heta neyê guherandin, ev pirsgirêk dê berdewam bike. Yanî miletê Kurd dê bê hincirandin. Kî ku bi bendê van ve têkeve bîrê, dawiya wan mişk û mar e, dawiya wan zilm e, dawiya wan jenosîd e, dawiya wan mirin e. Qet îmkan tine bi vana bawerî bîne. Kî ku bi van bawer bike, bi wan re ewletiyê bike, tu zanî ku kuştina xwe dixwazin. Em jî dibêjin ku awiha berdewam nake. Em dê li hemberî wan derkevin. Di serê pirsa xwe de te got ku `Kurd çi bikin? Xelasbûna miletê Kurd, xelasbûna Kurdistanê çewa ye?` Ev pirsgirêkeke gelek giring e. Ez dibêjim ku Kurd û Kurdistan, miletê Kurd û miletên din ên bindest divê vê sîstemê, vê dezgehê terk bikin. Heta ku terka vê sîstemê neyê kirin, pirsgirêka Kurdan çarser nabe.”
“Divê Kurd siyaseta Enqerê terk bikin”
Li ser dengdêrên Kurd, helwesta HDPê û berbijêrê serokkomariya Tirkiyê Alinak tekez kir ku divê Kurd siyaseta Enqerê terk bikin û bi çalakiyên sivîl mafê Kurdan bistînin û wiha ragihand “Ez naxwazim di vê demê de ji bo HDPê axavtinê bikim, ew siyaseta HDPê ye. Daxwaziya wan çi be, siyaseta wan çi be, rêya wan çi be ew dê li ser rêya xwe bimeşin. Ez dibêjim ku pirsa gelek zelal, divê me siyaseta Enqerê terk bikin, em ji vê siyasetê şûn ve bikişin. Ez nabêjim em vê siyasetê terk bikin û herin mala xwe rûnên. Na ez tiştek wisa nabêjim. Ez dibêjim ku bi serkêşiya sivîl re projeyên gelek giring çê bikin ku mafê Kurd û Kurdistanê bistînin, ji destê vana derxin.”
“Parlamentoya Tirkiyê xefik e”
Herwiha Mahmut Alinak parlamentoya Tirkiyê ji bo Kurdan wek xefikek bi nav kir û axavtina xwe wiha berdewam kir “Min di parlamentoyê de 8 salan parlamenteriyê kir. Di serê serî de me hê zanibû ku em di parlamentoyê de xebatek bikin, em propagandaya îdeolojiyê bikin kara miletê çê bibe, lê min dît ku ev parlamento nola dadgehan, nola artêşê, nola polîsan, nola MITê di xizmeta vê pergalê de ye. Ev parlamento xefik e. Ev sed sal e em diçin ser sindoqan, em dengên xwe jî didin. Berê kî hebû? Berê Bulent Ecevît hebû, Suleyman Demirel hebû, Kenan Evren hat, Tansu Çîler hat, Mesut Yilmaz hat paşê Tayyîp Erdogan hat. Tiştek nehat guherandin. Kî bê ser vê parlamentoyê, kî derbasî ser hikûmeta Tirkiyê bibe mecbûr e ku xizmeta vê dezgehê bike, mecbûr e xizmeta vê sîstemê bike. Ez her tim bi israr dibêjim; serkêşiya aborî, serkêşiya siyasî, serkêşiya civakî. Bi van serkêşiyan ve. Divê ev sîstem bê xitimandin. Sîstem heta neyê xitimandin, heta binê sîstemê vala nebe aqlê vana nayê serê wan. Em çiqas ji wan re bibêjn em bira ne nabe. Divê em mafê xwe, mafê miletê xwe, mafê miletê din jî, mafê miletê bindest hemû bi serkêşiya sivîl pêş de bibin ev sîstem bixitime, binê wê vala bibe piştre em mafên xwe bistînin, wekî din xelas bûn tune. Dibêjin zagona bingehîn, min li zagona bingehîn nihêrî tiştek tê de tune.”