Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Konseya Birêvebir a KCKyê Besê Hozatê got, “Em efûyê naxwazin, em siyaseta demokratîk û yasayên azadiyê dixwazin.”
Besê Hozatê her wiha diyar kir, “Metirsiyeke gelekî cidî li ser Tirkiyeyê heye. Eger dewleta Tirk gav neavêje, pirsgirêka Kurdan li ser bingeha demokratîk çareser neke, hebûn û nasnameya Kurdan nas neke paşeroja Tirkiyeyê gelekî tarî ye.”
Hevseroka Konseya Birêvebir a KCKyê Besê Hozat beşdarî bernameyeke televîzyona Medya Haberê bû û pêvajoya dîrokî ya ku Tirkiye û herêm tê de derbas dibin, guherîna stratejîk a PKKyê û qonaxa nîqaşên çareseriyê bi berfirehî nirxandin.
Hozatê bi bîr anî ku PKKyê ji sala 2004an ve dev ji paradîgmaya "dewleta neteweyî" berdaye û nîqaşên "vegera malê" yan "efûyê" bi tundî red kirin.
Besê Hozatê destnîşan kir ku qonaxa duyem a pêvajoyê dest pê kiriye û tekez kir ku daxwazên wan "yasayên azadiyê yên ji bo her kesî" û "mafê siyaseta demokratîk" in.
Ji axavtina Besê Hozatê çend xalên giring wiha ne:
“Me 2004an dev ji paradîgmaya dewleta neteweyî berda”
Hozatê diyar kir ku biryara PKKyê ya bidawîanîna têkoşîna çekdarî ne bi zextên derve, bi guherîna navxweyî ya rêxistinê û îradeya Ocalan pêk hatiye.
Hozatê da zanîn ku rabirdûya tevgerê ya 50 salî di şert û mercên Şerê Sar de teşe girtiye lê di cîhana îro de ev rêbaz kêm dimînin û ev nirxandin kirin:
“Li cîhan û herêmê hevsengiyên sedsala 20î hilweşiyan, pergal têk çûn. Zêdetirî 30 salan e Şerê Cîhanê yê Sêyem diqewime.
Rêbazên têkoşînê yên 50 salî yên PKKyê êdî têra vê pêvajoyê nakin. Me sala 2004an dev ji paradîgmaya dewleta neteweyî berda.
Me sala 2005an sîstema KCKyê, sîstema Konfederaliya Demokratîk ragihand.
Me stratejiya têkoşîna çekdarî terikand û stratejiya siyaseta demokratîk esas girt.
Ev lêgerîna guherînê salên 1993yan dest pê kiribû, bi Kongreya 12an a PKKyê re me xala dawî danî.
Me ev biryar bi îradeya xwe ya azad û bi xwesteka xwe da û em bi biryar in.”
“Peyamên Ocalan bi destûra dewletê bûn”
Hozatê bal kişand ser wê yekê ku pêvajo bi agahî û erêkirina dewletê dimeşe û got ku nîşane hene dewlet ji bo çareseriya demokratîk germ e.
Hozatê diyar kir ku hevdîtinên bi Îmraliyê re û nameyên hatine şandin di vê çarçoveyê de ne û wiha axivî:
“Rapora polîtîk a ku Rêber Apo pêşkêşî kongreyê kir, peyama vîdeoyî ya şand û banga 9ê Tîrmehê bi destûra dewletê pêk hatin.
Ev tê wê wateyê ku dewlet ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk dibêje ‘erê’ û Rêber Apo wekî mixetab qebûl dike.
Me jî ji bo xurtkirina vê zemînê 11ê Tîrmehê bi çalakiyên wekî şewitandina çekan peyamên siyasî yên xurt dan.
Her wiha me ji xetên rîskê yên wekî Rojavayê Zapê û herêmên ku ji provokasyonan re vekirî ne hêzên xwe vekişandin û rê li ber pêvajoyê vekir.
Ev gav, helwesta xurtkirina zemîna pêvajoya aştî û civaka demokratîk bûn.”
“Em efûyê naxwazin, em siyaseta demokratîk dixwazin”
Hozatê nêzîkatiyên wekî "yasaya vegera malê", "poşmanî" yan efûya qedemeyî yên ku di raya giştî de tên nîqaşkirin wekî nîqaşên "necidî, erzan û sabote" pênase kirin û tekez kir ku daxwazên wan zelal in.
Hozatê anî ziman ku qonaxa duyem a pêvajoyê "qonaxa rêkarên yasayî" ye û got:
“Kadroyên PKKyê efûyê naxwazin. Me sûc nekiriye; me têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê di bin qirkirinê de da.
Ev mirov mirovên bi rûmet in; çavê wan ne li wê yekê ye ku tenê vegerin cem malbatên xwe.
Nêzîkatiyên ‘kategorîzekirina li gorî sûcan’ ên tên nîqaşkirin tênegihiştina pêvajoyê ye.
Daxwaza me yasayên azadiyê ne ku ji bo her kesî bin.
Eger yasayên azadiyê derkevin, rê li ber siyaseta demokratîk vebe; ji serê vê tevgerê heta şervanê herî nû her kes diçe, li her dera Tirkiye û Kurdistanê xebata avakirina demokratîk dimeşîne.
Têgihiştina me ya siyasetê ne asêbûna li Enqereyê ye, avakirina civakê ya li ser bingeha exlaqî û polîtîk e.”
“Eger Tirkiye gava neavêje paşeroja wê tarî ye”
Hozatê diyar kir ku di pêvajoya "dîzaynkirina nû" ya li herêmê de Tirkiye rûbirûyî pirsgirêkeke cidî ya bekayê ye û anî ziman ku desthilata heyî û aqilê dewletê vê xetereyê dibînin lê hîn jî bêbiryar in:
“Metirsiyeke gelekî cidî li ser Tirkiyeyê heye. Eger dewleta Tirk gav neavêje, pirsgirêka Kurd li ser bingeha demokratîk çareser neke, hebûn û nasnameya Kurdan nas neke paşeroja Tirkiyeyê gelekî tarî ye.
Tirkiye tenê dikare bi pêkanîna yekîtiya Kurd û Tirkan a li ser bingeha demokratîk hebûna xwe biparêze.
Devlet Bahçelî kûrahiya xetereyê dibîne û hewl dide ji xwe re rêyekê xêz bike. Lê desthilat hîn jî bêbiryar e, bername û polîtîkayeke wê ya çareseriyê nîne.
Nêzîkatiya ‘em li konjonkturê binêrin û tiştekî bibînin’ dê bi Tirkiyeyê bide windakirin.”
“CHPyê şaşiyeke dîrokî kir”
Hozatê bi zimanekî tund rexne li CHPyê girt ku endam nedaye şandeya Îmraliyê lê derî jî negirt û bang li CHPyê kir ku "wêrek be":
“Şaşiyeke mezin bû ku CHPyê endam neda şandeyê û vê yekê xizmeta desthilatê kir. Rêber Apo sermizakereyê gelê Kurd e.
Bêyî ku wî wekî mixetab bigirin, gotina 'Em pirsgirêkê li Parlamentoyê çareser bikin' ne jidil e. Vê helwesta CHPyê di nav Kurdan de rê li ber hêrsê vekir.
Lê her tişt neqediyaye. Rêber Apo giringiyê dide pêşengiya CHPyê ya di vê pêvajoyê de.
Divê CHP ji kodên xwe yên neteweperest û kevn xilas bibe, Rêber Apo wekî mixetab bigire û giranî bide pêvajoyê.
Wekî partiya yekem a hilbijartinên herêmî divê înîsiyatîfê werbigire.”
“Hinek kes pêvajoyê bi jehr dikin”
Hozatê bal kişand ser wê yekê ku di nav desthilatê de hinek beş hene ku pêvajoyê sabote dikin û "ji ranta şer xwedî dibin".
Hozatê diyar kir ku şêwazên kesên wekî Yaşar Guler, Hakan Fîdan û Omer Çelik pêvajoyê bi jehr dike û bang li raya giştî ya demokratîk kir:
“Serkeftina vê pêvajoyê girêdayî têkoşînê ye. Li hemberî helwesta desthilatê ya ku pêvajoyê ji civakîbûnê direvîne; divê hêzên demokrasiyê, jin, ciwan, derdorên çepgir û sosyalîst li vê pêvajoyê xwedî derkevin.
Divê dijberiya şer û daxwaza aştiyê li seranserê Tirkiyeyê belav bibe.
Eger xwedîderketin û têkoşîneke xurt pêk were pêvajo digihîje serkeftinê, wekî din dibe ku xitimîn û encamên neyînî çêbibin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse