Serok Mesûd Barzanî li Cizîra Botan e

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li Cizîra Botane û tevlî Sempozyuma 4emîn a Melayê Cizirî dibe.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji Rûdawê re piştrast kir ku Serok Barzanî dê di sempozyumê de gotarekê pêşkêş bike.

Sempozyuma du rojî li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê tê lidarxistin û rastî eleqeyeke mezin a akademîsyen, berpirs û xelkê tê.

111 akademîsyen beşdarî festîvalê bûne.

Sempozyumê 111 akademîsyenên ji 23 zanîngehên Tirkiyeyê û 16 beşdarên navneteweyî yên ji Herêma Kurdistanê, Îran, Sûriye û Almanyayê li hev civandine.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê li ser hatina Serok Mesûd Barzanî ji Rûdawê got:

“Em bi hatina wî (Serok Barzanî) gelekî kêfxweş in. Ew xwediyê malê ye û hatiye ser axa xwe. 

Em hêvî dikin ev serdan bibe wesîleya aştiyê û tifaqa nava me.

Me dixwest em li Şaredariya me ya Cizîrê jî wî pêşwazî bikin."