Nasnameyên 5 gerîlayan hatin eşkerekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 5 gerîlayên ku sala 2020an canê xwe ji dest daye eşkere kirin.
HPGyê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamên wan li navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê di şer û pevçûnên bi artêşa Tirkiyeyê re canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniyê, ew her pênc gerîlayên HPGyê meha Gulana 2020an li herêmên Avaşîn, Xakurkê û Herêmên Parastinê yên Medyayê di demên cuda de canê xwe ji dest daye.
HPGyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ji gelê Kurdistanê û malbatên gerîlayan re sersaxî xwest.
Li gorî daxuyaniyê nasnameyên gerîlayan wiha ne:
Bawer Zîlan: Navê wî yê fermî Celal Avci ye, li Agiriya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Navê dayîka wê Kîbar û navê bavê wê jî Elî ye.
27ê Gulana 2020an li Herêmên Parastinê yên Medyayê canê xwe ji dest daye.
Avaşîn Întikam: Navê wê yê fermî Zeynep Ersonmez e, li Mûşa Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û
Navê dayîka wê Gulperî û navê bavê wê Kudbettîn e û 12ê Gulana 2020an li Avaşînê canê xwe ji dest daye.
Axîn Botan: Navê wê yê fermî Suheyla Baytekîn e, li Sêrta Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye, navê dayîka wê Fadîlê û navê bavê wê Cangîr e.
12ê Gulana 2020an li Avaşînê canê xwe ji dest daye.
Harun Gever: Navê wî yê fermî Îhsan Geylan e, li Colemêrga Bakurê Kurdistanê ye. Navê dayîka wê Atiye navê bavê wê Fettah e û 5ê Gulana 2020an li Xakurkê canê xwe ji dest daye.
Egîd Şoreş: Navê wî yê fermî Celîl Gencezade ye,li Sineya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Navê dayîka wê Kubra û navê bavê wê Abdulmuhammed e û 5ê Gulana 2020an Xakurkê canê xwe ji dest daye.