Penaberên Rojava ji nebûna derzî û dermanan gilî dikin

Dihok (Rûdaw) – Li kempa Domîzê ya penaberên Rojavayê Kurdistanê ya nêzîkî bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê, penaber gilî û gazinde ji rewşa tenduristiyê û dabînkirina derzî û dermanan dikin.

Li kempa Domîzê, tevî hebûna nexweşiyên sivik, nexweşên giran jî hene. Kesên nexweş gilî û gazindan ji nedabînkirina derzî û dermanan dikin…