Karsazê Şirnexî: Min şerm nekiriba ezê girîbam!

Şirnex (Rûdaw) - Karsazê Şirnexî Abdullah Ozcan ji ber aloziyên li Şirnex 4 meh in kirê ji kirêdarên xwe nestandiye.

Karsaz Abdullah Ozcan ji Rûdawê re diyar kir, ji ber şer û pevçûnên li herêmê, bazirganiya bajêr têk çûye û rewşa dikandar û esnafan gelekî xirab bûye.

Ozcan amaje kir ku wî ji ber rewşa kirêdarên xwe, 4 meh in kirê ji wan nestandiye û heya ku rewşa wan serast nebe jî ew dê ji wan kireyê wernegire.

Karsaz Ozcan wiha got: “Ez carnan serdana kirêdarên xwe dikim. Herî dawî kirêdarekî min behsa rewşa xwe kir. Heger min şerm nekiriba ez dê bigirîbam. Bi rastî li bajêr bazirganî nema ye. Rewşa welatiyên me him ji aliyê aborî ve hem ji aliyê civakî û psîkolojî ve têk çû ye.”

Herwiha Ozcan bang li tevahiya aliyan kir ku ew şer demildest were rawestandin.

Nêzîkî 4 mihan e şerekî giran li hinek bajar û deverên Bakurê Kurdistanê didome. Endamên YDG-Hê, ku tê gotin girêdayî PKKê ye, di nav bajaran de xendeq kolane û li dijî hêzên Tirk şer dikin.

Ji ber şerê bajaran, heta niha bi deh hezaran welatî neçar mane mal û cihê xwe berdin, bi dehan kes hatine kuştin, bi sedan kes jî birîndar bûne.