Rojava; HSDê operasyona ‘Birûska Cizîrê’ da destpêkirin
Hewlêr (Rûdaw) – Piştî operasyona li Reqayê ku ji ber êrîşa DAIŞê bo ser navenda Asayişa Rêveberiya Xweser a li wî bajêrî hat destpêkirin, HSDê li herêmên Hol û Til Hemîsê operasyoneke nû li dijî şaneyên nihênî yên DAIŞê dest pê kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di dauxyaniyekê de ragihand, ku wan li dijî rêxistina DAIŞê û şaneyên wê yên nihênî operasyoneke nû bi navê “Birûska Cizîrê” dane destpêkirin.
HSDê ragihandiye ku hevdem li gel berdewamiya gefên Tirkiyê û êrîşên wê yên berdewam li ser navçeyên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, DAIŞê jî tevger û êrîşên wê bo ser herêmê û hêzên wan zêde kirine.
Şaneyên rêxistina terorîst di dema dawîn de tevgera xwe ya biçekkirin û fînansekirinê bi rêya “zekatê” zêde kirin, her wiha êrişên terorîst pêk anîn.
Di daxuyaniyê de HSDê amaje bi êrîşên wê dawiyê yên DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de dike û dibêje, “Herî dawî êrişî girtîgeha li Reqayê ku endamên wan tê de bûn û navendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayişa Rêveberiya Xweser) kir ku erka parastina herêmê pêk tîne. Her wiha piştî êrişa dawîn a dewleta Tirk 8 caran hewl da êrişî Kampa Holê û herêmên li Dêrazor û Hesekê bikin, lê hewldanên wan ji aliyê hêzên me ve hatin têkbirin.”
DAIŞê roja 26ê Kanûna 2022an li bajarê Reqayê êrîşî navenda hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser a (Rojava) kir û Hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Heco ragihand, di êrîşê de 3 kes ji hêzên Asayişê û 3 şervanên HSDê canê xwe ji dest dan.
Piştî êrişa DAIŞê ya li dijî navenda hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser a li taxa Diriyê, Komîteya Hundirîn a Meclisa Sivîl a Reqayê qedexeya derketina derve ya giştî ragihand û li bajêr operasyoneke berfireh da destpêkirin ku hêj didome.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk destnîşan kiriye, êrîşên wê dawiyê niyeta DAIŞê ya sûdwergirtina ji hemû şert û mercan ji bo zêdekirina tevgera şaneyên xwe û pêkanîna êrişan nîşan dide.
Di beşeke din a daxuyaniyê de, HSD amaje bi destpêkirina operasyona “Birûska Cizîrê” li dijî şaneyên rêxistina DAIŞê li navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de dike û dibêje, “Hêzên me careke din tekez dikin ku di dema pêş de têkoşîna xwe bilind bikin. Li ser vê esasê û ji bo tunekirina şaneyên DAIŞê û paqijkirina herêmên ku teror lê heye, hêzên me bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Asayiş) û hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê saet di 01:00 de piştî nîvê şeva Pêncşemê 29ê Kanûnê li herêmên ku jê êrişên terorîst ên dawîn li dijî kampa Holê, Hesekê, başûrê Qamişlo pêk hatin û jêdera êrişên muhtemel e bi taybet li herêma Holê û Til Hemîsê, operasyona ‘Birûska Cizîrê’ dan destpêkirin.”
Destpêkirina operasyona nû ya HSDê li dijî DAIŞê di demekê de ye ku operasyona li Reqayê hêj berdewam e.