HEWLÊR - Li zozanên Sîdekanê ji ber berfê pêwendî qût bû: 21 kes winda ne
Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber berfbarînê li çiyayên navçeya Sîdekanê ya parêzgeha Hewlêrê 21 kes winda ne.
Nûçegihanê Rûdawê yê li Soranê Endam Cebar ragihand ku li zozanê Lolanê yê navçeya Sîdekanê ji şeva borî ve 21 kes winda ne.
Endam Cebar da zanîn ku 13 ji wan xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne û 8ê din jî xelkê Başûrê Kurdistanê ne.
Îro piştî nêzîkî 8 demjimêran lêgerîna berdewam a tîmên Parastina Sivîlan û malbatên wan, ji ber zêdehiya berfê hewlên dîtina wan bê encam man.
Nûçegihanê Rûdawê got, "Agahî hebûn ku ew bi silamet in lê ji êvara doh ve ti agahî li ser çarenivîsa wan nayê zanîn.
Ji ber ku li wan zozanên ku ew lê ne, ti xetên pêwendiyê nînin û Parastina Sivîlan û malbatên wan nekariye pêwendî bi wan re deynin û heta niha ti zanyarî nînin."
"Nêzîkî 2 metreyan berf bariye"
Pêleke dijwar a berfbarînê navçeya Sîdekanê girtiye.
Endam Cebar got, "Nêzîkî du metreyan berf bariye û berdewam e.
Hinek çavkaniyên nefermî ji min re got ku ji wan 13 kesên Rojhilatê Kurdistanê, 11 kes gihiştine nav malbatên xwe yên li Rojhilatê Kurdistanê û 2 kesan canê xwe ji dest daye.
Lê heta niha ti nûçeyeke fermî li ser vê mijarê nîne û çarenivîsa wan 8 kesên din jî ne diyar e."
Li gorî gotina Nûçegihanê Rûdawê, îro dê pêngaveke berfireh a lêgerînê ji aliyê Parastina Sivîlan a Soranê, Polîs, Asayîş, Pêşmerge, Qeymeqamî, îdareya deverê û malbatên wan kesan ve ji bo dîtina wan dest pê bike.
Daxuyaniya Parastina Sivîlan
Birêvebirê Parastina Sivîlan a Soranê Karwan Mîrawdelî ji Rûdawê re ragihandibû, roja Yekşemê 8 kesên ku li Sîdekanê xwedî pez û dewar in û çûne çiyayên sînor, çarenivîsa wan ne diyar e.
Mîradwelî her wiha gotibû, "Em nizanin di nav berfê de asê mane yan çi hatiye serê wan. Tiştê heye em dikarin bibêjin çarenivîsa wan ne diyar e."
Ev du roj in pêleke berf û baranê Herêma Kurdistanê girtiye û tê pêşbînîkirin heta dawiya vê hefteyê berdewam bike.