Hemasê kuştina Ebû Ubeyde piştrast kir
Hewlêr (Rûdaw) - Tevgera Hemasê bi daxuyaniyekê kuştina Berdevkê berê yê Lîwayên Qesamê Ebû Ubeyde piştrast kir.
Artêşa Îsraîlê 31ê Tebaxa îsal ragihandibû ku wê Berdevkê Lîwayên Qesamê Ebû Ubeyde li bajarê Xezeyê kuştiye.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz 31ê Tebaxa 2025an li ser platforma Xê gotibû:
"Ebû Ubeydeyê berdevkê Hemasa terorîst li Xezeyê hat kuştin."
Katz ji ber vê yekê hêzên ewlehiyê yên welatê xwe pîroz kiribû.
Hemasê îro ev nûçe piştrast kir.
Li gorî Îsraîlê, Ebû Ubeyde di êrişeke artêşa Îsraîlê ya li ser Taxa Rîmalê ya bajarê Xezeyê de hatiye kuştin.
Çapemeniya Îsraîlê ragihandibû ku artêşê di vê êrişê de "bombeyên bi isabeta bilind" bi kar anîne.
Li aliyê din, beriya daxuyaniyên Katz û Netanyahu, artêşa Îsraîlê ragihandibû ku wan li Xezeyê "kesekî girîng ê Hemasê" hedef girtiye lê nav eşkere nekiribû.
Ebû Ubeyde wekî lesekî gelekî girîng ê baskê leşkerî yê Hemasê dihat naskirin.
#GRAFÎK - Hemasê piştrast kir Ebû Ubeydê hat kuştin pic.twitter.com/Hxupl0AXZk
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 29, 2025