Bi sedan otomobîl di berfê de asê man: Xelk alîkariyê dixwaze

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber barîna berfê, li piraniya rêyên sereke yên navbera bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê astengî çêbûn û gelek rêyên sereke hatin girtin.

Bi sedan welatî ku jin û zarok jî di nav de ne, di nava otomobîlên xwe de asê mane û daxwaza alîkariyê dikin.

Welatiyekî bi navê Ehmed Teyib ji Rûdawê re got:

"Em nêzîkî 200 otomobîlan in, li pişta Haciyawayê li Çiyayê Makokê asê mane û otomobîl dişemitin. Jin û zarok di otomobîlan de ne û em daxwaza alîkariyê dikin."

Rêya Hewlêr-Koyeyê

Rêya Hewlêr-Koyeyê ji ber berfê girtî ye û gelek otomobîl asê mane.

Welatiyekî din ê bi navê Ebdulah Şemo got,"Berfeke zêde heye û tenê otomobîlên bilind û 4x4 derdikevin.

2 saet in em rawestiyane. Beşek ji otomobîlan benzîna wan nemaye. Werin hawara me."

Rêya Hewlêr-Şeqlaweyê

Li ser rêya Hewlêr-Şeqlaweyê jî çûn û hatin rawestiyaye.

Huner Ekrem diyar kir ku her du aliyên Tunela Pîrmamê girtî ne û bi sedan otomobîl asê mane.

Rêya Simaqûlî-Ranyeyê

Rêya Simaqûliyê ya ber bi Ranyeyê ve jî girtî ye.

Serkewt Mihemed got, "Zêdetirî 300 otomobîl asê mane û tewra otomobîlên 4x4 jî dernakevin. Ti tîmeke parastina sivîl li wir nîne."

Hişyariya Parastina Sivîlan

Berdevkê Parastina Sivîlan a Hewlêrê Şaxewan Seîd got,"Her welatiyekî ku di nav berfê de asê maye, bila pêwendiyê bi hejmara 115an re bike û cihê xwe) bişîne, em dê biçin hawara wan."

Berdevkê Parastina Sivîlan a Silêmaniyê Aram Elî jî hişyarî da welatiyan ku eger neçar nebin ji malên xwe dernekevin.