Li Dêrsimê berfê rêya 200 gundan girt

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji ber berfa ku doh êvarî dest pê kir rêya 200 gundan hat girtin.

Birêvebiriya Herêma 13an a Keşnasiyê berê hişyarî dabû.

Berfê destpêkê li navçe û herêmên bilind bandor kir û bi şev jî li navenda bajêr bariya.

Îro berê sibehê barîna berfê zêde bû û bajar di bin kirasê spî de ma.

Ji ber barîna berfê li parêzgeha Dêrsimê rêya 200 gundan hat girtin.

Ji ber hewaya sar û qeşayê di çûn û hatinê de astengî çêbûn.

Tîmên şaredariyê û saziyên pêwendîdar ji bo vekirina rêyan û têkoşîna rewşên neyînî xebatên xwe didomînin.

Her wiha rayedaran hişyarî da şofêran ku li hemberî qeşa û cemedê baldar bin.