Li Bakurê Kurdistanê rêyên hezar û 369 gundan hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê ji ber berfa zêde rêyên hezar û 369 gundan hatin girtin û li Amed, Mêrdîn û Şirnexê hinek geştên asmanî hatin betalkirin.
Li parêzgehên Xarpêt, Çewlîg, Sêrt, Şirnex, Erzirom, Agirî, Qers, Sêwaz, Wan, Colemêrg, Bedlîs, Mûş û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berfê rêyên hezar û 369 gundan hatin girtin.
Li Amed, Mêrdîn û Şirnexê hinek geştên asmanî hatin betalkirin.
Li Bakurê Kurdistanê 2 roj in pêleke berfê dest pê kiriye û rêyên bi hezaran gundan hatine girtin û jiyana rojane gelekî zehmet bûye.
Li Erzirom û Xarpêtê xebat didomin
Li parêzgeha Erziromê rêyên 131 gundan ji ber berfê hatine girtin û xebatên vekirina rêyan didomin.
Li parêzgeha Xarpêtê û navçeyên wê ji ber berfê rêyên 423 gundan hatine girtin.
Tîmên Rê û Veguhestinê yên Rêveberiya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan bi 120 karmend û 90 wesayîtan xebatan didomînin.
Li Çewlîg û Sêrtê rê girtî ne
Li parêzgeha Çewlîgê rêyên 96 gundan hatine girtin û tîmên Rêveberiya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan dest bi xebatê kiriye.
110 karmend û 53 wesayît beşdarî xebatên vekirina rêyan dibin.
Li parêzgeha Sêrtê ji şeva borî ve rêyên 42 gundan ji ber berfê hatine girtin û xebatên vekirina rêyan didomin.
Li Şirnexê berf û baran
Li parêzgeha Şirnexê jî ji doh ve baraneke zêde heye û li navenda bajêr stûriya berfê gihiştiye 20 santîmetreyan.
Li herêmên bejahî berf zêdetir e û rêyên 29 gundan hatine girtin.
Tîmên Rêveberiya Taybet a Bajêr xebatên vekirina rêyan didomînin û tîmên şaredariyê jî li nav bajêr xebatên paqijkirin û xwêkirinê didomînin.
Li bajarên din rewş çawa ye?
Li Mêrdînê jî rêyên 180 gundan hatin girtin û tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji bo vekirina rêyan xebatên xwe didomînin.
Ji ber berfê rêyên girtî yên li parêzgehên din wiha ne:
- Agirî: 21 gund
- Qers: 2 gund
- Sêwaz: 33 gund
- Wan: 237 gund
- Colemêrg: 70 gund
- Bedlîs: 87 gund
- Mûş: 18 gund
Her wiha li parêzgehên Amed, Mêrdîn û Şirnexê îro hinek geştên asmanî hatin betalkirin.
Li 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê ji ber berf û şert û mercên neyînî yên hewayê dibistan hatin girtin.