Parlamentera AK Partiyê Leyla Zana ziyaret kir
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera Amedê ya AK Partiyê Suna Kepolu Atamanê, siyasetmedara Kurd Leyla Zana ziyaret kir.
Ev serdan bi armanca piştgiriyê û piştî heqaretên alîgirên Bursasporê yên li hemberî Zanayê pêk hat.
Suna Kepolu Atamanê li ser hesabê xwe yê Xê wêneyê xwe yê bi Leyla Zanayê re belav kir û got:
"Ziyareta min a rêzgirtinê ya ji bo Leyla Zanaya hêja... Ji bo mêvanperweriya nazik spas."
Atamanê diyar kir ku ti heqaret û dijûn li hemberî Zanayê nayên qebûlkirin.
Parlamentera AK Partiyê hêvî kir ku zimanê aştî, biratî û dostaniyê li qadan serdest be.
Çi qewimîbû?
Beriya demekê alîgirên Bursasporê li dijî Leyla Zanayê dest bi dirûşmên bi heqaret û dijûnan kiribû û ev yek bûbû rojev.
Alîgirên tîmên bajarên Kurdan û bi taybetî jî Amedsporê li stadyuman bi dirûşmên "Leyla Zana rûmeta me ye", "Her bijî Leyla Zana" û piştgirî dabû Zanayê.
Leyla Zanayê doh li Amedê maça Amedspor û Igdirsporê jî li stadyumê temaşe kir.
Nêzîkî 30 hezar alîgirên Amedsporê piştgiriyeke xurt da Zanayê û ev yek di dirûşman de jî xuya bû.
Rûdawê ragihandibû
Rûdawê ragihandibû ku Leyla Zana dê li maçê temaşe bike.