Rewşa dawî li Kobanî ji zarê Fermande Muslih Zêbarî

30-01-2015
Hikmet Durgun
Kobanî
Kobanî
A+ A-

Kobanî (Rûdaw) – Fermandeyê Pêşmerge li Kobanî Muslih Zêbarî da zanîn ku ew di rizgarkirina gundên Kobanî de jî piştevaniya şervanên YPGê dikin.

Bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê roja 26ê Çileya îsal bi temamî ji destê DAIŞê hat derxistin, piştî rizgarkirina Kobanî hêzên kurdî dest bi rizgarkirina gundan kirin.

Fermandeyê Pêşmerge li Kobanî Muslih Zêbarî li ser rewşa şer li Kobanî ji Rûdaêw re got, şervanên YPG û YPGê êrişî çekdarên DAIŞê dikin em jî bi çekên giran li wan didin.

Zêbarî da zanîn ku operasyona rizgarkirina gundan didome û dê hemû gundan ji DAIŞê bistînin.

Li Kobanî, 150 Pêşmerge bi çekên giran piştevaniya şervanên YPGê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst