Amerîka bo meaş û vekirina firokexaneyan li ser xetê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Sullivan di serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de tekez li ser şandina meaşê fermanberan ji aliyê Bexdayê ve û vekirina firokexaneyên Kurdistanê kiriye.


Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê serdana Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Sullivan bo Iraq û Herêma Kurdistanê de daxwiyaniyeke nivîskî da.


Di daxwiyaniyê de wiha tê gotin: “Sullivan, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pal daye ku li ser gotûbêj û danûstandina ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cîgirê wî berdewam be, heta di çarçoveya destûra Iraqê de li ser pirsa meaşê fermanberan û vekirina firokexaneyan dighin encamekê.”


Di daxwiyaniyê de amaje bi wê yekê tê dayîn ku Amerîka kêfxweş e bi gotûbêja vê dawiyê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Herwiha John Sullivan, tekez li ser girîngiya reforman li Herêma Kurdistanê û Iraqê kiriye, daku zêdetir sektora taybet bê teşwîq kirin da li navçeyê veberhênanê bike.




Roja Duşemê (29.01.2018) Şandeke Amerîkayê bi Serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Sullivan, serdana Iraq û Herêma Kurdistanê kir û ligel Heyder Ebadî û Nêçîrvan Barzanî civiya. Mijara serekî ya herdu civînan jî çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bû.