Li Bakur berfa zêde bandoreke neyînî li xwediyên pez kir
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajar Mûşê yê Bakurê Kurdistanê xwedîkerên ajelan ji ber berfa zêde di peydakirina êm de zehmetiyan dikşînin.
Berf li tevahiya bajêr abndoreke neyinî li ser jiyanê dike.
Li herêma ku sitûrahiya berfê hin cihan heta 2-3 metreyan derdikeve xwedîkerên ajelan ji bo ku ji heywanên xwe re êm bibînin gelekî hewl didin.
Mucahît Rençber ê ku li gundê Tabanliya girêdayî navendê ajelan xwedî dike got ku li gelek gundan kêmasiya êm heye.
Rençber dibêje ku îsal li gor par bêtir berf barî û wiha axivî: "Êmê ku me havînê ji bo heywanên xwe kom kirî kêm dibe. Heywanên me ji ber berfê nikarin ku di merayan de biçêrin. Ji ber ku zivistana îsal dirêj bû, bihayê ka jî zêde bû. Tona kayê derket 800 lîreyî. Heke hewa sar û bi şilî derbas bibe dê peydakirina kayê gelekî zehmet be."
Hamdullah Ardîl ê ku li gundê Guzeltepeyê pez xwedî dike jî got ku heta îro kêm zêde 80 ton êm da 250 pezên xwe.
Ardîl diyar kir ku rojê du caran êmê dide pezên xwe û wiha pê de çû: "Ji ber ku piraniya mehên me zan em mecbûr in ku êmê bidin wan. Heke berf dewam bike divê em 20 ton kayê din bistînin. Lê peydakirina ka zehmet e. Bihayên kayê jî zêde bû."