Bogdanov û ENKS li Hewlêrê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mîxaîl Bogdanov îro li Hewlêrê bi şandeke Encûmena Niştimaniya Kurd (ENKS) re civiya.

Îro Pêncşemê 30ê Çile di duyemîn roja serdana xwe bo Herêma Kurdistanê de, Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mîxaîl Bogdanov li bajarê Hewlêrê li gel Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê re hevdîtin pêk anî.

Derbarê civîna îro ya li gel Mêxaîl Bogdanov de, Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê, Kamîran Haco ji Rûdawê re ragihand, mijara sereke ya civîna wan a bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê re dê rewşa Sûriyê, diyaloga Kurdî-Kurdî, mijara pêkanîna yekrêzî û yekîtiya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û qonaxa piştî wê û herwiha rewşa Efrînê û navçeyên din be.

Endamê Komîteya Pêwnediyên Derve ya ENKSê, Ibrahîm Biro derbarê mijarê de ji Rûdawê re ragihand, ew dê di civîna îro ya li gel Bogdanov de, Pirsa Kurd li Rojavayê Kurdistanê, tevgera hêzên Rûsyayê li Rojhilatê Firatê û herwiha mijara nivîsandina Destûra Sûriyê gotûbêj bikin.

Ibrahîm Biro diyar kir, ku civîna îro ya navbera ENKSê û Mîxal Bogdanov li ser daxwaza Wezareta Derve ya Rûsyayê ye û tekez kir, Rûsya dixwaze di meseleya nêzîkkirin û lihevanîna aliyên Kurdî de rol bilîze.

Mîxaîl Bogdanov duh Çarşemê danê nîvro bi serdaneke du rojî gihîşt Başûrê Kurdistanê.

Di roja yekem a serdana xwe de, Bogdanov li gel Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevdîtin pêk anîn.

Li gor zanyariyên Rûdawê, biryar e Mîxaîl Bogdanov têkildarî serdana xwe ya bo Başûrê Kurdistanê, îro konferanseke rojnamevanî lidar bixe.