Li Xurmatûyê şer: Pêşmergeyan êrişa DAIŞê şikand

30-01-2026
RÛDAW
Nîşan Kerkûk DAIŞ Xurmatû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Qelayê yê Xurmatûyê, çar çekdarên DAIŞê nêzîkî bingeheke Pêşmerge bûn.

Hêzên Pêşmerge rûbirûyî wan bûn û ew neçar kirin ku birevin.

Fermandarê Pêşmergeyan Mihemed Çewrî ji Rûdawê re got, "Agahiya me ji liv û tevgera çekdarên DAIŞê ya li wî sînorî heye û hêzên me di amadehiya tam de ne.

Çend roj in em bi rêya kamerayên çavdêriyê wan dibînin. Wan çekdaran dixwest nêzîk bibin. Kamerayên termal li ser çekên wan hebûn û dixwestin nêzîk bibin da ku Pêşmergeyan şehîd bikin.

Pêşmergeyan gule li wan barand û ew nehatin pêş. Wan jî gule berda û pişt re reviyan."

Fermandarê Pêşmerge her wiha eşkere kir ku ji bo operasyona lêgerînê ya wê navçeyê divê ew razîbûna hikûmeta Îraqê û Wezareta Pêşmerge wergirin çimkî ew der dikeve navbera her du aliyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Selahedîn Behaedîn û Bafil Talebanî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

Yekgirtû dixwaze PDK û YNK li hev rûnin û pirsgirêk çareser bibin

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) dest bi xebateke siyasî kiriye da ku pêşniyarekê bide PDK û YNKyê da ku ji bo krîza siyasî ya Kurdistanê deriyekî xêrê vekin