Gelo Amerîka dê êrişî Îranê bike?

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka di van rojan de xwe ji bo êrişeke li ser Îranê amade dike. Her çend hedefên li ber çavan diyar bin jî, encamên vê êrişê gelekî nediyar in.

Eger di xuleka dawî de lihevkirinek çênebe û Serokê Amerîkayê Donald Trump fermana êrişê bide, li gorî pisporan 7 senaryoyên sereke li pêş in.

7 senaryoyên êrişa Amerîkayê ya li ser Îranê

Êrişên hesas û derbasbûna demokrasiyê: Hêzên asmanî û deryayî yên Amerîkayê êrişî baregehên Supaya Pasdarên Îranê û yekîneyên Besîcê, navendên mûşekên balîstîk û bernameya nukleerî ya Îranê dikin.

Di encamê de pergal hildiweşe û Îran ber bi demokrasiyê ve diçe. Ev senaryoya herî geşbîn e.

Pergal dimîne lê polîtîkayên xwe nerm dike: Ev wekî "modela Venezuelayê" tê naskirin. Amerîka bi hêzeke mezin midaxele dike, pergal li ser pêyan dimîne lê neçar dimîne ku piştgiriya xwe ya ji bo komên çekdar ên li Rojhilata Navîn kêm bike û bernameya nukleerî rawestîne.

Hilweşîna pergalê û birêvebirina leşkerî: Tê gotin ku ev senaryoya herî nêzîk e. Pergal ji ber xwenîşandanan lawaz bûye.

Piştî êrişeke Amerîkayê, dibe ku li welêt kaos derkeve û li şûna pergalê birêvebirineke leşkerî ya ji Supaya Pasdaran a Îranê pêk tê were avakirin.

Îran êrişî hêzên Amerîkayê û cîranên xwe dike: Îranê eşkere kiriye ku "tiliya wan li ser tetîkê ye."

Her çend Îran nikaribe li beramberî hêza Amerîkayê bisekine jî, dikare bi mûşekên balîstîk û dronên xwe baregehên Amerîkayê yên li Qeter û Behreynê û binesaziya welatên wekî Urdunê bike hedef.

Mayînkirina Kendavê: Îran dikare Tengava Hurmuzê mayîn bike. Ji sedî 20ê îxracata gaza xwezayî (LNG) û ji sedî 20-25ê nefta cîhanê di vê tengavê re derbas dibe. Ev yek dê bandoreke giran li bazirganiya cîhanê û bihayê neftê bike.

Binavkirina keştiyeke şer a Amerîkayê: Îran dikare bi rêya "êrişên bikom" ên bi dron û botên torpîdo keştiyeke Amerîkayê bike hedef. Ev yek dê ji bo Amerîkayê bibe şermezariyeke mezin.

Hilweşîna pergalê û kaos: Ev metirsiya herî mezin e ku welatên wekî Erebistana Siûdî jê ditirsin. Dibe ku li Îranê şerê navxweyî derkeve û Kurd, Belûç û kêmneteweyên din ji bo parastina xwe bikevin nav şerên çekdarî û krîzeke mirovî ya mezin û koçberî çêbibe.

Amerîka hêza xwe ya leşkerî zêde dike

Amerîka bi awayekî birêkûpêk hêza xwe ya li herêmê zêde dike. Niha nêzîkî 50 hezar karmendên leşkerî yên Amerîkayê li Rojhilata Navîn hene.

Tenê li baregeha El-Udeydê ya Qeterê 10 hezar leşker hene. Amarên peykan nîşan didin ku li vê baregehê pergalên nû yên parastina asmanî hatine avakirin.

Keştiya balafirhilgir a USS Abraham Lincoln ber bi herêmê ve bi rê ketiye.

Di nav vê fîloyê de sê keştiyên şer ên bi mûşekên Tomahawk barkirî û keştiyeke binavê ya nukleerî hene.

Trump li ser medyaya civakî hişyarî da Îranê û got, "Eger lihevkirin çênebe, êrişa bê dê gelekî xerabtir be."

Yekîtiya Ewropayê Pasdarên Îranê xist lîsteya terorê

Yekîtiya Ewropayê wekî bertekekê li dijî kuştina xwenîşanderan, Pasdarên Şoreşê yên Îranê xist lîsteya "rêxistinên terorê."

Nûnera Bilind a Siyaseta Derve û Ewlehiyê ya Yektiya Ewropayê Kaja Kallasê got, "Pergalek ku bi hezaran xelkê xwe dikuje, dawiya xwe amade dike." Bi vê biryarê re, Pasdarên Îranê ketin heman asta El Qaîde û DAIŞê.

Li gorî amarên saziyên mafên mirovan, di xwenîşandanên meha Kanûna Pêşîn û Kanûna Paşîn de zêdetirî 6 hezar kes hatine kuştin lê hinek çavkanî dibêjin dibe ku ev hejmar bigihe 25 hezarî.

Îran: Tiliya me li ser tetîkê ye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku hêzên wan ji bo bersivdayînê amade ne.

Eraqçî dê îro serdana Tirkiyeyê bike. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî diyar kir ku Tirkiye ji bo çareserkirina vê krîzê bi rêya diyalogê amade ye alîkariyê bike.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî berê gotibû,"Ew bi çavekî erênî li senaryoyên midaxeleya derve ya li ser Îranê nanêrin."