Îlham Ehmed: Hêzên me dê li cihê xwe bimînin
Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê got, “Hêzên me dê li cihê xwe bimînin”
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê hûrgiliyên rêkeftina nû ya bi hikûmeta Sûriyeyê re eşkere kirin û peyamên girîng dan.
Bi gotina Îlham Ehmedê peyman dê ji roja duşemê û pê ve bikeve pratîkê.
Îlham Ehmedê ragihand ku li gorî lihevkirinê hêzên wan dê li cihên xwe bimînin, Şam dê dîplomayên wan nas bike û ji bo vegera koçberan gavên şênber hene.
"Hêzên me dê li cihê xwe bimînin"*
Îlham Ehmedê li ser rewşa leşkerî û ewlehiyê ya piştî rêkeftinê agahî dan û got:
"Hêzên me dê li cihê xwe bimînin. Hinek hêzên Şamê dê werin lê piştî ku entegrasyon temam bû dê dîsa derkevin."
Îlham Ehmedê li ser pirsa ka gelo hêzên Şamê dê bi çekên giran werin nav bajarên Kurdan got, “Na, divê sîlehên giran bi wan re nebin. Divê hêzên asayîşa Sûriyeyê tenê bi çekên sivik werin."
"Serê Kaniyê dê were dewrkirin"
Îlham Ehmedê mizgîniyeke girîng derbarê herêmên dagirkirî û vegera xelkê de da.
Wê destnîşan kir ku di peymanê de ji bo vegera gelê Kurd made hene, divê koçberên derveyî welat vegerin û wiha got:
"Serê Kaniyê di bin desthilata Tirkiyeyê de ye, dê dewrkirinek çêbibe. Ji bo gelê me vegere ser axa xwe di peymanê de made hene."
#VÎDEO - Îlham Ehmed: Serê Kaniyê di bin desthilata Tirkiyeyê de ye, dê dewrkirinek çêbibe #Rojava pic.twitter.com/doYVulqUIq
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 30, 2026
Rola Tirkiye û Herêma Kurdistanê
Îlham Ehmedê eşkere kir ku Hewlêr û Enqereyê jî di vê proseyê de rol hebûye û got:
"Me nêrînên Başûr û rayedarên Kurdan wergirtin. Di hevdîtinan de rola Başûrê Kurdistanê hebû."
Wê derbarê helwesta Tirkiyeyê jî wiha got: "Vê carê Tirkan jî piştgirî da vê lihevkirinê. Hakan Fîdan piştevaniya peymanê dike û em hêvîdar in ev yek berdewam be."
#VÎDEO - Îlham Ehmed: Dostên me hebûn, raya giştî ya Kurd li ser pêyan bû
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 30, 2026
💬 Îlham Ehmed: Me nêrînên Başûr û rayedarên Kurdan wergirtin#Rojava pic.twitter.com/O6G2cK4S4N
Amerîka û Fransa û rola garantoriyê
Îlham Ehmedê bal kişand ser piştevaniya navneteweyî û rola welatên wekî Amerîka û Fransayê û got:
"Serokê Fransayê got ku ew dikare bibe garantor, Amerîka jî dê daxuyaniyeke wiha bide. Li Amerîkayê kampanyayake pir mezin heye, divê em bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidinê. Divê Kongre biryara parastina Kurdan derxe."
"Me plan şikand"
Îlham Ehmedê diyar kir ku hêzên xêrnexwaz hene ku dixwazin Kurdan qir bikin lê wan planên wan têk birine û wiha pê de çû:
"Me gelê xwe parast, me plan şikand û me hinek destkeftiyên xwe parastin. Sekna dîrokî ya gelê me gelekî bi rûmet bû.
Em deyndarê şehîdên xwe ne, têkoşîna me dê berdewam bike. Têkoşîna me dikeve merheleyeke nû.
Dostên me hebûn, raya giştî ya Kurd li ser pêyan bû.
Bila kes moralê xwe xera neke, em heta bi astekê hatine û berdewamkirin pêwîst e. Divê têkoşîn berdewam bike."
#VÎDEO - Îlham Ehmed: Em deyndarê şehîdên xwe ne, têkoşîna me dê berdewam bike. Têkoşîna me dikeve merheleyeke nû#Rojava pic.twitter.com/1Zz2DTp1AZ
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 30, 2026
Hişyariya gel û tirsa ji pêşerojê
Her wiha Îlham Ehmedê hişyarî da û got, "Îhtimal heye ku hîn jî astengî derkevin."
Îlham Ehmedê behsa ezmûna wan a berê ya bi hikûmeta Sûriyeyê re kir û got:
“Em li Dêr Hafirê hatin xapandin, me agirbest kir lê ew yekser hatin nav hêzên me."
Wê li ser tirsa xelkê ya ji hatina hêzên hikûmetê jî got:
"Ez nabêjim pirsgirêk dernakevin, gel mafdar e ku bitirse. Hêzên xêrnexwaz hene lê hêzên çavdêr dê hebin.
Divê em jî hişyar bin. Garantiya herî mezin a peymanê hişyariya gelê me ye."
Pirsgirêkên perwerde û îdarî
Yek ji pirsgirêkên herî mezin ên xwendekarên Rojavayê Kurdistanê nenasîna dîplomayên wan bû.
Îlham Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de li ser mijarên îdarî û perwerdeyê jî agahî dan û got:
"Em dê Parêzgarê Hisîçayê (Hesekê) diyar bikin. Her wiha em dê Alîkarê Wezîrê Parastinê diyar bikin û li ser wezaretên din jî gotûbêj berdewam dikin.
Şam dê dîplomayên me yên lîse û zanîngehê qebûl bike."
#BILEZ - Îlham Ehmed: Hêzên me dê li cihê xwe bimînin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 30, 2026
💬 Hinek hêzên Şamê dê werin lê piştî ku entegrasyon temam bû dê dîsa derkevin
💬 Em dê parêzgarê Hisîçayê (Hesekê) diyar bikin
💬 Şam dê dîplomayên me yên lîse û zanîngehê qebûl bike
💬 Hefteyê 2 saet dersa bi Kurdî… pic.twitter.com/dnoFKGaerO
"2 saet dersa bi Kurdî gelekî kêm e"
Li aliyê din, Îlham Ehmedê bal kişand ser mijara perwerdeya bi zimanê Kurdî û nerazîbûna xwe ya li hemberî pêşniyara heyî anî zimên.
Ehmed destnîşan kir ku dan û standinên li ser vê mijarê dê bidomin û got:
"Hefteyê 2 saet dersa bi Kurdî gelekî kêm e, diyalog dê bidome."
"YPJ di nava HSDyê de dimîne"
Îlham Ehmedê li ser çarenivîsa Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) axivî û tekez kir ku YPJ dê wekî beşek ji HSDyê bimîne.
#VÎDEO - Îlham Ehmed: YPJ dê di nava HSDyê de bimîne
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 30, 2026
💬 Deriyê Sêmalka dê vekirî bimîne #Rojava pic.twitter.com/6jeol0uR9G
Deriyê Sêmalkayê
Îlham Ehmedê derbarê deriyê sînorî yê ku Rojavayê Kurdistanê bi Başûrê Kurdistanê ve girê didie jî piştrast kir ku guherîn çênabe û wiha got:
"Deriyê Sêmalka dê vekirî bimîne."
Rola Macron û Lindsey Graham
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve bal kişand ser rola aliyên navneteweyî ya di vê pêvajoyê de.
Wê diyar kir ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham jî di nav de gelek welat beşdarî pêvajoyê bûne û rola wan hebûye.
"Me xwest şer raweste"
Îlham Ehemdê li ser pirsa "Gelo zext li ser Rêveberiya Xweser hat kirin?" bersiveke zelal da:
"Zext li ser me nebûn, me xwest şer raweste."
"Tirkan gotiye ku ew dê ji Serê Kaniyê derkevin"
Îlham Ehmedê li ser hevdîtina bi aliyê Tirkiyeyê re û rewşa herêmên Kurdan ên derveyî kontrola wan agahî dan.
Îlham Ehmedê ragihand ku wan bi rayedarên Tirkiyeyê re dan û standin kirine û Tirkiyeyê soza vekişînê daye.
Wê li ser vê mijarê wiha got, “Em doh bi Tirkan re axivîn, wan got ku ji Efrînê vekişiyane. Tirkan gotiye ku ew dê ji Serê Kaniyê jî derkevin."
#VÎDEO - Îlham Ehmed: Em doh bi Tirkan re axivîn, wan got ku ji Efrînê vekişiyane. Tirkan gotiye ku ew dê ji Serê Kaniyê jî derkevin#Rojava pic.twitter.com/AqEa67aWbp
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 30, 2026
Birêvebirina sînor û balafirgehan
Îlham Ehmedê derbarê kontrolkirina deriyên sînorî û balafirgehan jî diyar kir ku ev cih dê di bin kontrola dewletê de bin lê xebatkar dê ji xelkê herêmê bin.
Rewşa Kobaniyê û vekirina rêya M4
Îlham Ehmedê pirsa "Çima lîwaya Kobaniyê dê girêdayî Helebê be?" bersivand û sedema vê yekê bi girêdana îdarî ve şîrove kir û got:
"Kobanî ji aliyê fermî ve girêdayî Helebê ye. Saziyên fermî yên li Kobaniyê dê wekî xwe bimînin."
Her wiha Îlham Ehmedê anî ziman ku dorpêç dê rabe û got:
"Rêya M4ê dê were vekirin, di peymanê de heye ku dorpêça li ser Kobaniyê rabe. Ji bo Deriyê Kobaniyê li gel Tirkiye û Şamê gotûbêjên me hene."