Nêçîrvan Barzanî: DAIŞ hîn jî gefeke cidî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew dirêjkirina erkê hêzên Almanyayê yê li Îraqê erênî dibîne û hişyarî da ku DAIŞ hîn jî li Îraq û herêmê "gefeke cidî" ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û tê de rola Almanyayê ya li dijî DAIŞê bilind nirxand.

Parlamentoya Federal a Almanyayê (Bundestag) biryar dabû ku hêzên wî welatî heta 31ê Kanûna Paşîn a 2027an li Herêma Kurdistanê bimînin.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew ji biryara hikûmet û parlamentoya Almanyayê ya ji bo dirêjkirina erkê hêzên welatê wan a li Îraqê kêfxweş e.

Nêçîrvan Barzanî her wiha da zanîn ku “metirsiya terorê” bi dawî nebûye û got. “DAIŞ hîn jî li Îraq û herêmê gefeke cidî ye."

Peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

"Ez biryara hikûmet û parlamentoya Almanyayê ya ji bo dubare dirêjkirina erkê hêzên wan a li Îraqê bi erênê dibînim.

DAIŞ hîn jî li Îraq û herêmê gefeke cidî ye. Em beşdariya Almanyayê ya di Koalîsyona Navneteweyî de ya ji bo rûbirûbûna terorê, bilind dinirxînin."