Serok Barzanî: Hêvî dikim rêkeftina HSD û Şamê serkeftî be
Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî piştî rêkeftina HSD û hikûmeta Şamê, her du alî pîroz kirin û got, "Em hêvîdar in ew rêkeftin berdewam û serkeftî be."
Serok Barzanî her wiha got, "Em her dem di wê baweriyê de ne ku diyalog û aştî ji bo çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan rêya rast e."
Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de hêvî kir, "Bila êdî li Sûriyeyê dawî li êş û zehmetiyên gelê Kurd were û hemû alî bi aştî, azadî û aramî li Sûriyeyê şad bibin."
“Peyama Serok Mesûd Barzanî ev e:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,
Em rêkeftina di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de pêşwazî dikin û pîrozbahiyê li her du aliyan dikin.
Em hêvîdar in ew rêkeftin berdewam û serkeftî be.Em her dem di wê baweriyê de ne ku diyalog û aştî ji bo çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan rêya rast e.
Em hêvîdar in êdî li Sûriyeyê dawî li êş û zehmetiyên gelê Kurd were û hemû alî bi aştî, azadî û aramî li Sûriyeyê şad bibin.”