HSD û hikûmeta Sûriyeyê li ser nexşerêyekê li hev kir

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) naveroka rêkeftina bi hikûmeta Sûriyeyê re eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, li ser agirbesteke giştî û pêvajoyeke qonax bi qonax a yekbûna hêzên leşkerî û îdarî yên her du gihîştine rêkeftine.

Li gorî daxuyaniyê rêkeftin vekişîna hêzên leşkerî ya ji xetên rûbirûbûnê li xwe digire.

Her wiha biryar hatiye dayîn ku hêzên ewlehiyê yên ser bi Wezareta Karên Navxwe ve derbasî navenda bajarên Hisîça û Qamişloyê bibin û pêvajoya yekbûna hêzên ewlehiyê yên li herêmê dest pê bike.

Di çarçoveya rêkeftina leşkerî de, dê tîmeke leşkerî ya ji sê lîwayên HSDyê pêk tê were avakirin.

Her wiha dê ji bo hêzên Kobaniyê jî lîwayek di nav tîmeke ser bi parêzgeha Hisîçayê de were damezirandin.

Li gorî xalên îdarî, saziyên Birêvebirina Xweser dê di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de werin helandin û karmendên sivîl dê li ser karên xwe werin çespandin.

Her du alî her wiha li ser dabînkirina mafên sivîl û perwerdeyê yên gelê Kurd û misogerkirina vegera koçberan a ji bo warên wan li hev kiriye.

HSDyê her wiha da zanîn armanca vê rêkeftinê parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê, yekbûna temam a li herêmê û xurtkirina hevkariyê ye da ku welat ji nû ve were avakirin.

Daxuyaniya HSDyê wisa ye:

"Li ser rawestandina gulebaranê di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de li gorî rêkeftineke giştgir li hev hat kirin, li gel têgihiştineke li ser pêvajoyeke yekbûna li pey hev a hêzên leşkerî û îdarî ya di navbera her du aliyan de.

Rêkeftin vekişîna hêzên leşkerî ya ji xalên rûbirûbûnê, ketina hêzên ewlehiyê yên ser bi Wezareta Karên Navxwe ve bo navenda bajarên Hisîça (Hesekê) û Qamişloyê û destpêkirina pêvajoya yekbûna hêzên ewlehiyê ya li herêmê li xwe digire.

Her wiha avakirina tîmeke leşkerî ku sê lîwayên Hêzên Sûriyeya Demokratîk li xwe digire, li gel avakirina lîwayekê ji bo hêzên Kobaniyê di nav tîmeke ser bi parêzgeha Helebê ve di nav rêkeftinê de heye.

Her wiha rêkeftin yekbûna saziyên Birêvebirina Xweser di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de li gel çespandina karmendên sivîl li xwe digire. Her wiha li ser çareserkirina mafên sivîl û perwerdeyê yên gelê Kurd û misogerkirina vegera koçberan bo herêmên wan li hev hat kirin.

Armanca rêkeftinê yekkirina axa Sûriyeyê û pêkanîna pêvajoya yekbûna temam a li herêmê ye bi rêya xurtkirina hevkariya di navbera aliyên pewendîdar de û yekkirina hewlan ji bo avakirina welat."

Li aliyê din, televîzyona hikûmî ya Sûriyeyê Al-Ikhbariyeyê jî jî heman daxuyaniya HSDyê belav kir.

Her wiha ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê jî diyar kir ku bi vî awayî dê dewlet hemû saziyên sivîl û hikûmetê, derî û xalên sînorî wergire û "ti parçeyekî welat li derveyî kontrola dewletê namîne."