Îlham Ehmed: Em ji bo vegera xelkê Efrîn û Serê Kaniyê pêbendî lihevkirinê ne

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê spasiya wan welat û aliyên navbeynkar kir ku ji bo pêkanîna lihevkirina di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hewlên mezin dane.

Îlhamê di daxuyaniya xwe de bi taybetî spasiya Amerîka û Fransayê kir û diyar kir ku ev lihevkirin ji bo aramiya welat gaveke girîng e.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser hêviya xwe anî zimên ku ev welat ji bo serkeftina pêvajoya tevlîbûnê rola garantoriyê bilîzin.

Îlhamê destnîşan kir ku destpêkirina karên ewlehiyê ji bo misogerkirina pêvajoyeke berpirsiyar a tevlîbûnê ye ku tê de şirîkatî û rûmeta hemû pêkhateyan were parastin.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser her wiha got ku ev yek dê rê li ber bipêşketineke adil û hevseng a li hemû herêman veke.

Îlhamê teqezî li ser pêbendiya wan a ji bo serkeftina vê pêvajoyê kir û got:

"Ev pêvajo dê xizmeta yekparçeyiya Sûriyeyê bike, aştiya navxweyî xurt bike û bingeha qonaxeke nû ya aramî û bipêşketinê deyne. Her wiha dê vegera bi rûmet û ewle ya xelkê Efrîn û Serê Kaniyê ya ji bo warên wan misoger bike."