Platforma Amedê: 25 barhilgirên alîkariyê ji bo ku biçin Kobaniyê bi rê ketin
Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Piştgirî û Parastina Bajêr a Amedê, 25 barhilgirên alîkariyê ku di nav de av, şîr, mama, kelûpelên paqijiyê yên jinan, betanî, doşek û xwarin hene ji Amedê ber bi Sirûcê ve bi rê kirin ku derbasî Kobaniyê bibin.
Alîkariyên ku li Qada Fûarê ya Amedê hatibûn depokirin, piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li pêşiya barhilgiran hatin şandin.
Qada Fûarê yek ji wan du navendên komkirina alîkariyê ye ku platformê berê ji raya giştî re ragihandibû.
Hevberdevkê Platforma Piştgirî û Parastina Bajêr a Amedê Mahsum Çiya Korkmaz li depoyê daxuyanî da.
Mahsum Çiya Korkmaz bal kişand ser wê yekê ku li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî zarok, jin û kal û pîr di gihîştina pêdiviyên bingehîn de zehmetiyên cidî dibînin û got:
“Me di roja duyemîn a kampanyayê de 25 barhilgirên alîkariyê amade kirin.
Di barhilgirên me de av, paçên zarokan, mamaya zarokan û kel û pelên xwarinê hene.
Ev alîkarî ji bo ku bigihêjin xelkê li Kobaniyê ji vir bi rê dikevin.”
Piştî daxuyaniyê barhilgirên alîkariyê ber bi navçeya Sirûcê ya Rihayê ve bi rê ketin ku derbasî Kobaniyê bibin.